Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

12 wezîrên karên derve yên jin serhildana jinên îranî silav kirin

Wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan berxwedana jinên îranî silav kirin û peyama “Mafên jinan, mafên mirovan e. Em dengê we dibihîzin û bi we re ne.”

Piştî kuştina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de li rojhilatê Kurdistan û Îranê civak bi pêşengiya jin û ciwanan li dijî rejîma heyî li kolanan e. Tevî kuştin, îşkence û binçavkirinan jî ev ji 40 rojî zêdetir e civak serhildana xwe didomîne.

Welatên wek Arnavutluk, Andora, Avustralya, Fransa, Almanya, Îzlanda, Kosova, Lîbya, Lihtenştayn, Zelandaya Nû, Kanada û Norveçê ku wezîrên wan ên karê derve jin in ji bo piştgiriya bi jinênli Rojhilat û Îranê têdikoşin daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Weke wezîrên karên derve yên jin, em ji bo piştevaniya bi jinên dilwêrek ên li Îranê re hatin ba hev ku mafên xwe yên tevlibûna çalakiyên aştiyane û parastina mafên mirovan bi kar tînin. Jinên îranî ji bo xwe û pêşerojeke baş a hemû îraniyan li ber xwe didin. Em jî piştgiriyê bidin wan.”

Di berdewama daxuyaniyê wezîran destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin xebatên parastvanên mafên jinan û parastvanên mafên mirovan û wiha gotin: “Dayîna bihîstin a dengê jinên îranî berpirsyariya me ye.”  Bi domdarî sepandina qanûna îffetê ya bi darê zorê, zexta li ser azadiya fikr û xweîfadekirinê û qutkirina înternetê hat şermezarkirin.

Her wiha bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hat kirin ku destûrê bidin da ku Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) venihêrînê bike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Mafên jinan, mafên mirovan e. Em jinên dilwêrek ên îranî ku çalakiyên aştiyane li dar dixin, silav dikin. Em dengê we dibihîzin û bi we re ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar