Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

14 baroyan xwestin daxwazê girtiyan bi cih bên

14 baroyên li bakurê Kurdistanê bi bîr xistin ku greva birçîbûnê bandoreke giran li tenduristiya girtiyan dike û bang kirin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih bên

Serokên 14 baroyan bi banga Baroya Çewlikê li hev kom bûn û piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Serokên baroyan daxwaz û tespîtên têkildarî mijarê bi raya giştî re parve kirin û bi bîr xistin ku di 3 mehên destpêkê yên sala 2021’ê de 67 jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hukmên Peymana Stenbolê bêkêmasî bi cih bêne anîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi greva birçîbûnê ya girtiyan bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin û ev 109 roj in didome û wiha hat gotin: “Aşkera ye ku greva birçîbûnê bandoreke giran li tenduristiya girtiyan dike. Ji bo encamên giran rû nedin, divê daxwazên girtiyan ên li gorî hiqûqê ne bi cih bêne anîn û bi vî rengî dawî li greva birçîbûnê bê anîn. Weke ku me beriya niha kir, ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê em amade ne berpirsyarî û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Baroyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:

Baroya Semsûrê

Baroya Agirî

Baroya Êlihê

Baroya Çewlikê

Baroya Bedlîsê

Baroya Dêrsimê

Baroya Amedê

Baroya Colemêrgê

Baroya Mêrdînê

Baroya Mûşê

Baroya Sêrtê

Baroya Şirnexê

Baroya Rihayê

Baroya Wanê

AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar