Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Bekir Hecî: Gelê Kobanê wê li hemberî êrîşan li ber xwe bide

Rêveberê PYD'ê yê Kobanê Bekir Hecî Îsa diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan xwe biparêzin û wiha got: “Serkeftina me wê serkeftina gelê Kurd be. Yên ku îro li dijî me şer dikin, ji bo paşeroj û jiyana gelê Kurd tu planên wan nînin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO bi hihilweşandina rejîma Esad re êrîşên dagirkerî îlhaqkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Pevçûnên li derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê yên li başûrê Kobanê dijwar bûne. Pêngava xweparastinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî êrîşan didome. Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê û Qamişlo-Nisêbînê li dijî gefên êrîşa li ser Kobanê ku sembola têkçûna DAIŞ’ê ye, çalakiya nobedê hat destpêkirin.

Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Kobanê Bekir Hecî Îsa geşedanên dawî yên li Kobanê nirxandin û got ku hewl tê dayîn ku bajar rasterast bibe hedefa êrişan û şerê taybet.

Bekir Hecî Îsa anî ziman ku Tirkiye bi hêza NATO’yê êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser dike û got: “Tirkiye bi van êrişan dixwaze di salên pêş de kurdan bê statu bihêle û bê destkeftî bihêle. Lê em ne kurdên berê ne û em xwedî hêz in. Em têra xwe bi hêz in ku em tiştên di dest xwe de biparêzin. Bi rojan e li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê berxwedaneke mezin tê meşandin. Tirkiye û çete bi hemû hêza xwe êrîşî vir dikin. Hemû dijminatiya xwe nîşan didin û bi amûrên herî dawî yên teknolojîk êrişî hêzên me dikin. Hêzên me bi çekên ferdî yên di destê xwe de berxwedaneke mezin dimeşînin. Em vê berxwedanê silav dikin. Ev berxwedan ruhê xwe ji Kobanê digire.

Gelê Kobanê jî, li gel berxwedêran e. Em bi şervanên xwe bawer in; ev hêza berxwedanê wê heta dawiyê gelê xwe biparêze. Em bang li hemû hêz, partiyên siyasî û hemû gelê xwe yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Dixwazin bîranîna berxwedana Kobanê ji holê rakin. Bi şikandina vê berxwedanê hewl didin hemû berxwedana gelê kurd bişkînin.”

Bekir Hecî Îsa diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan parastina xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: “Serkeftina me wê serkeftina gelê Kurd be. Yên ku îro li dijî me şer dikin, ji bo paşeroj û jiyana gelê Kurd tu planên wan nînin. Xweparastina û parastina gel di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê jî jiyana demokratîk a li vir hedef girtin û dikin hedef. Lê îro em ne bi tenê ne. Kesên ku em bi hev re meşiyane hene. Em ê bi berxwedana xwe parastina xwe bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar