Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

170 penaber li deryaya Spî xeniqîn

173 penaber bi keştiyan xwestin xwe bigihînin Spanyayê, li cihekî 50 mîl dûrî Lîbyayê noqî avê bû û ji 173 penaberan tenê 3 penaber rizgar bûn

Tradejiya penaberan a li deryaya Spî bi dawî nabe. Her roj bi sedan penaber bi hêviya jiyaneke nû berê xwe didin mirinê.

173 penaber bi du keştiyan ji Fasê bi rê ketin û dema hewl didan xwe bigihînin Spanyayê, keştiyên wan li cihekî bi 50 mîlî dûrî peravên Lîbyayê ye, noqî avê bû. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), tenê 3 penaber ji aliyê masîgiran ve hatine rizgarkirin.

Penaberên hatin rizgarkirin, ji ber hewa sar a li deryaya Spî û nebaşbûna tenduristiya wan bi helîkopteran rakirine girava Lampedûsayê. Li aliyê din, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Spanya û Fasê lêgerîna xwe didomînin lê heta niha negihiştin tu encamê. Derbarê bûyerê de hat ragihandin ku bi giştî 170 penaber xeniqîn.

Lîbyayê hawara ‘SOS’ nebihîst!

Tê gotin ku penaber ji ber hewaya sar di demeke kin de jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin, keştî beriya noqî avê bibe, banga ‘SOS’ (banga lezgîn) li Lîbyayê kirine lê belê kes bi alîkariya wan ve neçûye û piştî 11 saetan penaber xeniqîn.

UNHCR’ê li ser vê yekê welatên Ewropayê sûcdar kir ku rê nadin keştiyên alîkariyê yên dilxwaz.

Li gorî daneyên UNHCR’ê, sala 2018’an bi giştî 2 hezar û 200 kes li deryaya Spî xeniqîne. Hejmara salek beriya wê jî 3 hezar û 139 bû. ROMA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar