Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

18 rêxistinên navdewletî: Tirkiye sûcên qirkirinê û paqijiya etnîkî dike

Navenda Nûçeyan |

18 rêxistinên civakî yên sivîl ên li qada navneteweyî li dijî binpêkirina mafên mirovan dixebitin têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Serokatiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê (KE) re nameyek şandin û êrîş şermezar kirin.

Di nameyê de bal kişandin ser bûyerên binpêkirina mafên mirovan ên piştî êrîşên dagirkeriyê hatine kirin. Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Awusturyayê, Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Sûriyeyê û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li Ewropayê jî name îmze kirin.

Navenda binpêkirina mafan

Di nameyê de hate destnîşankirin ku herêm piştî êrîşên Tirkiyeyê veguheriye navenda binpêkirina mafên mirovan û ev tişt hat gotin: “Enqere û komên wê sûcên qirkirinê û paqijiya etnîkî yên li dijî mirovahiyê kirin.”

Talan, şêlandin, dizî…

Her wiha di nameyê de hat diyarkirin ku Enqere û çeteyên girêdayî wê nahêlin sivîl vegerin warên xwe, dizî û talanê dikn, gel bi zora çekan dişêlînin, mal û milkê gel desteser dikin, sivîlan direvînin, sivîlan bi kêfî digirin, daristanan dişewitînin û goristanan û sembolên çandî jî xera dikin. Hate ragihandin ku ev kiryar hemû di raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Serbixwe de hatine piştrastkirin.

Herî dawî jî di nameyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Komên alîgirê Tirkiyeyê nahêlin ku kurdên sûriyeyî li malên xwe vegerin, mal û milkên kurdên sûriyeyî desteser dikin û dagir dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar