Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Ji ezman û bejahiyê ve çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG/YJA Starê ji ezman û bejahiyê ve bi domdarî li artêşa tirk a dagirker didin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyên 25-27’ê gulanê pêk hatin de, bi qasî hatiye zelalkirin 5 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ya tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal de;

26’ê gulanê saet 07:50’î li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metîna çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hedef bi îsabet hatin lêdan.

27’ê gulanê saet 09:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serda yê herêma Avaşînê ji ezmanan ve çalakiyek hate kirin. Hedef bi îsabet hatin lêdan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê;

26’ê gulanê saet 18:30’î dema ku helîkopteran dixwestin leşkeran dane stra Dola Maran a herêma Avaşînê hêzên me bi çekên giran li helîkopterên dan. Li ser mudaxeleya hêzên me helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

27’ê gulanê saet 09:30’î hêzên me bi çekên giran li Girê Karaqolê ya girêdayî herêma Zapê çalakiyek kirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran dever bombe kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

Di 25’ê gulanê de saet di 14.30’an de li Girê Koordîne ya qada Bektorya ya Heftanînê li dijî dagirkeran du çalakî hatine kirin. Di çalakiya pêşîn de kozika ku 3 dagirker tê de bûn, bûne hedef. Li vê derê 3 dagirker hatine cezakirin û kozik hatiye îmhakirin. Di çalakiya duyemîn de jî kamelyaya ku 2 dagirker tê de bûn bûye hedef û 2 dagirkerên tê de hatine cezakirin. Kamelya hatiye îmhakirin û derb li radareke li vir hatiye xistin.

Di van çalakiyan de bi giştî 5 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran piştre bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Êrîşên hewayî

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê dane.

Agahiyên li ser êrîşan wisa ye;

Di 26’ê gulanê de saet di 15.05 û 21.45’an de Girê Zendûra ya Metînayê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 26’ê gulanê de saet di 19.30’an de balafirên şer li qada Dola Maran a Avaşînê dane. Di heman rojê de saet di 21.50 û 22.45’an de helîkopteran leşker anîne qadên Mam Reşo û Dola Konferansê ya Avaşînê.

Di 26’ê gulanê de saet di navbera 18.30 û 23.00’an de helîkopteran leşker anîne Girên Şehîd Serxwebûn û Petrût ê Zapê.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar