Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

MÎT’a tirk 3 welatiyên Efrînê revand

MÎT’a tirk li ser bendeke kontrolê ya hevbeş bi çeteyan re li xaçerêya gundê Qîbarê yê Efrînê, 2 welatî revandin. Dagirkeran ji hundirê Nexweşxaneya Şemarîn a Ezazê jî welatiyekî din revand

​​​​​​​Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta tirk (MÎT) li ser bendeke kontrolê ya wan û çeteyan li xaçerêya gundê Qîbar ê navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 welatiyên ji navçeya Şera û Cindirêsê revandin. Li gorî çavkaniyan, welatiyekî din dema ew û hevsera xwe li nexweşxaneyeke rojhilatê bajarê Ezazê yê dagirkirî bûn, hat revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku welatiyê bi navê Bîreqdar Mihemed Mistefa (51) ê ji gundê Aşka yê rojava yê navçeya Cindirêsê, dema ji Helebê vedigeriya gundê xwe ji aliyê MÎT’ê ve hatiye revandin. Çavkaniyan bi bîr xist ku Bîrqdar Mistefa piştî bangewaziyên ENKS’ê vegeriyaye Efrînê û aqûbeta Bîreqdar heta niha nayê zanîn.

Li aliyekî din, MÎT’ê welatiyê bi navê Xelîl Tahir Mihemed ê ji gundê Qîbarê yê navçeya Şera revand û bir girtîgeha li bajarê Marê yê dagirkirî.

Qaşo ‘Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê’ yên girêdayî artêşa tirk a dagirker welatiyê bi navê Hebeş Reşîd Hebeş (26 salî, navê dayikê Emîne) ê ji şêniyên gundê Bedîna yê navçeya Raco, ji hundirê Nexweşxaneya Şemarîn a li rojhilatê bajarê Ezazê yê dagirkirî revand.

Roj bi roj revandina sivîlan bi awayekî yekser ji aliyê MÎT’ê ve li Efrîna dagirkirî zêde dibe, bi taybetî sivîlên ku bi bangewaziya ENKS’ê vedigerin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar