Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn

Li Bendava Ataturk a navbera Riha û Semsûrê 2 dayikên xwestin zarokên xwe ji ava bendavê rizgar bikin fetisîn. Dayik Nevîn Yildirim û Sidika Belen yên bi hawara zarokên xwe çûn di avê de fetisîn. Ji 3 zarokên hatin rizgarkirin 2 zarok rewşa wan giran e

Di mehên havînê de trajediyên bi êş tên serê welatiyan. Yek ji van trajediyan jî di germahiya havînê de welatiyên ku dikevin avê û difetisin e. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê ev zêde tê dîtin. Lewre ji bo hênikbûnê cihekî ku welatî pê de biçin an jî derfetên wan ên ku betlane yan jî biçin qadeke hênik tune ye. Welatiyên ku ji ber bê derfetiyê xwe li çem, gol û bendavan digirin dibe sedema fetisînê.

Malbata ku li Bendava Ataturk li herêma Gundê Arikon ê navçeya Hewagê ya Rihayê çûn seyranê, zarokên wan ketin avê û hindik man bifetisin. Dema zarok ketin avê û bi fetisînê re rû bi rû man, dayikên wan hewl dan zarokên xwe rizgar bikin. Dayik Nevîn Yîldirim û Sidika Belen ên bi hawara zarokên xwe çûn û ketin avê, di avê de fetisîn. Zarok bi alikariya kesên derdorê hatin rizgarkirin û dayik jî di avê te fetisîn. 3 zarokên hatin rizgarkirin, ji aliyê yekîneyên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku dewa 2 zarokan giran e. Di lêgerîna yekîneyên rizgarkirinê de cenazeyê Nevîn Yildirim û Sidika Belen ji avê derxistin.

Cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hawagê. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar