Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...
Cuma - 21 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li tevahiya welat bide qebûlkirin û ev biryar bû sedema nerazîbûna gelê Bangladeşî ku zimanê wî bangla bi vê biryarê tune dihat hesibandin.

Dema ku dewleta Pakistanê di sala 1947’an de hat avakirin,

welatên Pakistan û Bangladeşê yekbûn û ji du herêman pêk dihatin. Herêma Pakistana Rojhilat (Bangladeşa îro) û herêma Pakistana Rojava (Pakistana vê demê). Gelê xwecihê herdu herêman her yek bi çand û zimanê xwe dijiyan.

Piştî ku hikûmeta Pakistanê zimanê gelê Bengal qedexe kir û zimanê Urdu jî zimanê fermî yê dewletê îlan kir, gelê Bengal ê ku xwedî hişmendiyeke xurt a zimanê xwe Bangla bû, tevgera zimanê Bengal ava kir, bi çalakî û xwepêşandanan li hemberî biryara rayedarên dewleta Pakistanê bertek û nerazîbûna xwe nîşan da.

Dewleta Pakistanê ji bo ku pêşî çalakiyên gelê Bengal bigire, li tevahiya welat çalakiyên ziman qedexe kir, lê tevgera ziman a ku dixwest zimanê Bangla bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li hemberî qedexeyên dewletê paşde gav neavêt, li her derê, meş û mîtîngên xurt û bi bandor li dar xist.

Tevgera zimanê gelê Bengal hişmendiya ziman di nava wendekarên zanîngehê di jî ava kir. Ev hişmendî bû sedem ku xwendekar pêşengiyê ji çalakiyên ziman re bikin.

Dema ku wendekarên zanîngeha Dakkayê yên beşa bijîşkiyê, di 21’ê Sibata 1952’yan de bi navê bêîtîatiya sivîl dest bi çalakiyan kirin,  polîsên dewleta Pakistanê bi çekan êrîşî çalakiya xwendekaran kirin û di encama êrîşê de gelek xwendekaran jiyana xwe jidest dan û  birîndar bûn.

Piştî vê êrîşa hovane ya ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hat, gelê Bengal bi hişmediyeke xurttir li zimanê xwe xwedî derket, meş û mîtîngên mezintir li dar xist.

Di encama vê têkoşîna ku ji bo zimanê dayîkê hat meşandin û berdêlên ku hatin dayîn de dewleta Pakistanê neçar ma ku Zimanê  Bangla weke zimanê fermî û perwerdehiyê qebûl bike û bi vî awayî gelê Bengal azadiya zimanê xwe bidest xist û bû xwedî statû.

Di Çileya sala 1998 an de welatiyê Bengalî yê bi navê Rafiqul İslam li ser navê gelê Bengal, ji bo bîranîna endamên Tevgera Ziman û xwendekarên zanîngeha Dakkayê ku di xwepêşandana ji bo Azadiya zimanê Bangla de jiyana xwe jidest dabûn bi daxwaza ku 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê wê demê Kofi Annan re nameyekê şand.

Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (UNESCO) yê di sala 1999’an de 21’ê Sibatê, weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir û ev roj, ji sala 2000’î heta vê demê li tevahîya cîhanê ji aliyê gelên ku zimanê wan bi polîtîkayên bişaftinê, qedexe, zext û pêkûtiyên dewletên serdest re rû bi rû ne ve, bi coş û kelecan tê pîrozkirin.

Ji bo gelê Bengal 21 ê Sibatê, roja şehîd û têkoşrên ziman e. Li Bangladeşê gelê Bengal her roja 21’ê Sibatê bi rêzdarî diçe ber bîrdariya şehîdan, bîrdariyê bi kulîlkan dixemilîne, şehîd û têkoşerên ziman bi minetdarî bibîr tîne.

Gelê Kurd sal û serdemên dirêj e bi daxwaza ku Zimanê Kurdî azad bibe û bibe zimanê zimanê fermî û perwerdehiyê têkoşînê dimeşîne, berdêlên mezin dide.

Zimanê Kurdî, ji bo gelê Kurd stûna bingehîn a netewebûnê ye. Li hemberî polîtîkayên bişaftinê hêza herî mezin, çeka herî bi derb û mertalê parastina hebûn û xwebûna gelê Kurd e.

Loma jî, divê gelê Kurd zimanê xwe mîna mîrateya bav û bapîr, dayîk û dapîrên xwe û emanetê zarok û neviyên xwe biparêze, bipêş bixe.

Bi vê hişmendiyê pêwiste gelê Kurd, heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê têkoşîna xwe ya azadiya çand, ziman û nasnameya azad bênavber û bi israr bidomîne.

Zimanê Kurdî mifteya azadiyê, remz û nîşaneya statûya siyasî ya gelê Kurd e.

Ji ber vê jî, hêvî û bendewarî ji dê û bavên Kurd ew e ku zarokên xwe bi Kurdî bigihînin, zarokên ku heviya siberojê ne bibin xwedî jiyaneke kurdewar û hêvî û daxwazên sedsalan ên dayîk û dapîr û bav û bapîran pêk bînin.

Her wiha pêşengên doza kurdî, Siyasetmedar, Parlementer, Şaredar û hemû hilbijartiyên ku temsîla vîna gelê Kurd dikin, li nava malê, li kuçe û kolanê, li sûk û bazarê, li nexweşxaneyê, li dadgeh û dibistanê û li hemû qadên jiyanê;

Bi Kurdî Biaxivin, Bi Kurdî Bixwînin, Bi Kurdî Binivîsin, Bi Kurdî Bifikirin û Bi Kurdî Bijîn.

Bi hêvî, daxwaz û biryardariya ku sala 2025’an ji bo gelê Kurd bibe sala bidestxistina nirx û rûmetên neteweyî statûya siyasî, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê;

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê yên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in pîroz be.

Nûçeyên Têkildar