Par li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î Savci Kuçuk hatibû kuştin. Bi îdiaya ku kiryarê Kuçuk e, di meha tîrmehê de Mûhammed Fadûllah Kamiş hatibû girtin. Niha Kamiş di Girtgeha Tîpa E ya Erziromê de ye û 220 roj in bi tena serê xwe di hucreya yekkesî de ye. Kamiş bi rêya malbata xwe ragihand ku kesên xwe wekî ‘îstîxbaratvan’ didin nas kirin tim gefan lê dixwin û jê dixwazin li ser hin kesan îfadeyê bide.
Bav Servet Kamiş diyar kir ku bi mehan e kurê wî bi tena serê xwe di qawîşekê de ye û wiha got: “Îdareya girtîgehê û îstîxaratvan ji bo ku kurê min li ser hin kesan îfadeyê bide, tim û tim tehdê lê dikin. Ji ber ku nebûye îtîrafkar ew xistine qawişekê. Ne pritûkekê ne jî rojnameyekê, nadin wî. Ji bo vîna wî bişikînin her roj bi zorê dikevin milê wî û wî radikin û jimariyê dikin. Gava em ji bo hevdîtinê diçin li cem me gardiyan û 4 kamera hene. Çend meh berê me serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dabû, lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Mirovek bi mehan e tê tecrîdkirin. Divê ev yek bê dîtin.”
Bav Kamiş anî ziman ku li ser medyaya civakiyî hesabê bi navê ‘Karayazı Gerçekleri’ tim wêne û vîdeoyên ferdên malbata wan parve dike û wan dike hedef û wiha domand: “Bi rêya parêzerê xwe me gilî kir. Lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Hê jî ev hesab çalak in. Ji ber vîdeoeyek li ser vî hesabî hatibû parvekirin hatim binçavkirin. Hê jî biryara kontrolkirina edlî li ser min e.”
Dê û bavê Hîvroj girtî ne
Bav Kamiş da zanîn ku di sala 2015’an de avêtine ser mala wan û hevjîna kurê wê Ela Kamiş jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtine û diyar kir ku neviya wê ya 3 salî Hîvroj sê salan tevî diya xwe di girtîgehê de maye.
Her wiha bav Kamiş destnîşan kir ku 12 sal ceza li bûka wî Ela Kamişê hatiye birîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha Hîvroj 7 salî ye. Hem diya wê hem jî bavê wê girtiye. Em temenê xwe giş jî bidin Hîvroj wê şûna dê û bavê wê negire. Kêfxweşiya zarokekê dê û bavê wê ne.” ERZIROM