Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

29 sal in leşkerên Tirk ên 11 Kurd şewitandin nayên ceza kirin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker 29 sal berê piştî dolmîşa gundiyên Basa ya Şirnexê guleberan kirin, tevî 11 gundiyan şewitandin. Tevî ku wezîrê Tirk li xwe mikur hatibû ku komkujî ji aliyê JITEM’ê ve pêk hatiyê jî lekşkerên dagirker hîn jî nehatine cezakirin.

Dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd bêhejmar komkujî pêk aniye. Li gundên Gerê û Xwaran a navçeya Basa ya Şirnexê di 10-12’ê Çileya 1995’an de welatiyên bi navê Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç di serdegirtinê de hatin binçavkirin û ew birin Tabura Cendermeyan a Taşkonakê. Li wir ji aliyê cerdevanên bi navê Mehmet Oner, Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz û Lokman Ozdemîr ve li dolmîşê hatin siwarkirin. Dema dolmîş gihîşt gundê Koçyurdû ji aliyê lêşkeran vê hat sekinandin û gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 11 welatî hatin kuştin. Piştî ku welatî hatin kuştin û şewitandin. Cenazeyên ku bûn xwelî radestî malbatan nekirin. Ji hêla leşkeran ve beyî lêkolînkirina nasname û merasîma olî bi lêz û bez hatin definkirin. Wezîrê Tirk ê wê demê Adnan Ekmen daxuyanî dabû û gotibû, ‘PKK’ê nekiriyê. Ev komkujî ji aliyê JÎTEM’ê ve pêk hatiyê leşkerên kujer û berpirsyarên komkujiyê nehatine cezakirin.

Şandeya ku ji saziyên sivîl pêk dihat di sala 1996’an de ji Stenbolê çûn Basayê û li wir lêkolîn kirin. Şande bi xizmên kesên hatin kuştin re hevdîtin kirin. Dîsa bi kesekî di komkujiyê de sax xelas bû re hevdîtin kirin. Şandeyê li gorî dane û agahiyan ragihand ku ‘Komkujî ji hêla hêzên dewletê ve pêk hatiye’. Şandeyê bi raporên amade kirin, serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya OHAL’ê û rayedarên leşkeriyê da. Şandeyê bi dehan caran serî li dozgeriyê da. Lê heta niha tu encam derneket holê. Di doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hat lidarxistin de Tirkiye hat mehkûmkirin.

Li gorî rapora Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê bi hev re ku di qeydên dewletê de jî cih girtiye, di navbera 10-12’ê çileya 1996’an de leşkeran bi ser gundê Gerê û Xwaran ên navçeya Basa ya Şirnexê de girtin. Di serdegirtinê de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ji malên xwe hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonakê. 6 gundiyên ku li vir rastî êşkenceyên giran hatin, li tabûra cendirmeyan hatine qetilkirin.”

Xizmên kesên hatine kuştin li ser daxwaza Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa şahidî kirin. Tevî ku 2 meh ji ser re derbasbûn jî tu lêpirsîn nehat kirin. Li ser vê yekê Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re, di 16ê Nîsanê de bi hinceta teşwîqkirina komkujiyê li ser Serfermandariya Giştî ji Serdozgeriyê Cuhuriyetê yê Stenbolê re giliyê sûc kir. Lê di vê hewldanê de jî tu encamek derneket. Herî dawî 16 welatiyên ji Basayê ne di sala 2000’an de ji Serdozgeriya Cumhuriyetê ya Enqereyê re giliyê sûc kirin. Lê di giliyê sûc ên welatiyan de jî tu encamek derneket. Tevî 29 sal ji ser komkujiyê re derbas bûn jî kesên komkujî pêk anîn nehatin cezakirin. Komkujiya Basayê jî weke her komkujiyeke li ser axa Kurdistanê bê ceza hat hiştin û kujerên wan hatin veşartin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar