Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

3 girtî li dijî ‘hejmariya li ser pêyan’ dest bi greva birçîbûnê kirin

Bişar Bîlen ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê dimîne, bi rêya telefonê li gel bavê xwe Çeto Bîlen re axivî û diyar kir ku li dijî hejmartina li ser pêyan a li ser wan tê sepandin li gel Mehmet Fatîh Bîngol û Umît Temûr re ji 17’ê tîrmehê ve ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Bav Bîlen anî ziman ku kurê wî yê 12 sal in li girtîgehê ye gardiyanan êrîşî wan kiriye.

Bav Bîlen diyar kir ku berê jî kurê wî li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê li dijî hejmartina li ser pêyan ketibû grevê û 21’ê sibatê şandin Girtîgeha Aksarayê. Bav Bîlen destnîşan kir ku dema di hevdîtinê de dît ku destê kurê wî bi paçê birînan hatiye pêçan û diyar kir ku kurê wî ev gotiye: “Dema em anîn vir li me dan. Gardiyanan êrîşî me kirin û niha li hucreya yekkesî me.”

Bîlen anî ziman ku kurê wî ji ber pêkanînên kêfî li hucreya yek kesî tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Kurê min berî bi 15 rojan li qawîşekî 6 kesî diman. Di hevdîtina me ya roja înê de diyar kir ku gardiyana ji bo wan gotiye; ‘rabin ser pêyan’ hejmartina li ser pêyan li ser wan sepandiye. Bişar li dijî vê derketiye û ji ber vê ketiye greva birçîbûnê. Piştî ku daxwaznameya ketina greva birçîbûnê dan rêveberiya girtîgehê û şûnde gardiyan avêtine ser qawişê û li gel wî êrîşî du hevalên wî jî kirine, piştre jî avêtine hucreyên yekkesî. Ji bo kurê min gotine ku; An hûnê bi daxwaza me bikin an jî em ê vê yekê li ser we bikin.”

Her wiha bav Bîlen bang li parêzvanên mafê mirovan kir ku divê her kes xwedî li van ciwanan derbikevin. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar