Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

3 milyon kes bi şewbê ketine û ji van zêdetirî 200 hezar kes pê mirine

Navenda Nûçeyan |

Bîlançoya şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) roj bi roj zêdetir dibe. Li gorî malpera Wolomenterê li gorî saeta Ewropayê saet 15:00’an ve şewb belavî 193 welat û herêman bûye û zêdetirî 3 milyon û 13 hezar kes jî bi şewbê ketine. Li gorî Zanîngeha Johns Hopkîns a li gorî heman saetê jî 2 milyon û 989 hezar kes bi şewbê ketine.

Li gorî herdu çavkaniyan zêdetirî 207 hezar kes jî mirine, ji kesên mirin 55 hezar ji DYA’yê ne. Li gelemperiya Ewropayê jî milyonek û 300 hezar kes bi şewbê ketine û heta niha 122 hezar kes bi şewbê mirine.

Bîlançoya li hinek welatan wiha ne:

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYE

* Li gorî rayedarên tirk 110 hezar û 130 kes bi şewbê ketine û 2 hezar û 805 kes jî mirine. Lê rêxistinên tenduristiyê dibêjin ku hejmar kesên bi şewbê ketin û yên bi şewbê mirin gelek zêdetir e.

* Li girtîgehan bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin û tevdîrên hewce nayên girtin.

DYA: Heta niha 987 hezar kes bi şewbê ketine û 55 hezar û 400 kes jî pê mirine.

ÎTALYA: 197 hezar kes heta niha bi şewbê ketine û 26 hezar û 644 kes jî mirine.

SPANYA: Li welat 230 hezar kes bi şewbê ketine û 23 hezar û 500 kes jî mirine.

FRANSA: Heta niha 162 hezar kes bi şewbê ketine û 22 hezar û 850 kes jî pê mirine.

INGILISTAN: 153 hezar kes bi şewbê ketine û 20 hezar û 700 kes jî pê mirine.

ALMANYA: 153 hezar kes bi şewbê ketine û 5 hezar û 984 kes jî bi vê şewbê mirine.

HOLLANDA: Li welat 38 hezar û 245 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 518 kes mirine û 33 hezar kes jî tên dermankirin.

SWÎSRE: Heta niha 29 hezar û 146 kes bi şewbê ketine û hezar û 640 kes jî pê mirine. 5 hezar û 700 kes jî tên dermankirin.

BELÇÎKA: 47 hezar bi şewbê ketine, 7 hezar û 200 kes mirine û 29 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎRAN: Li Îranê heta niha 91 hezar û 472 kes bi şewbê ketine û 5 hezar û 806 kes mirine. Çavkaniyên muxalefetê dibêjin ku hejmara miriyan 35 hezar kes e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar