Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Perşembe - 13 Şubat 2025

30 top li Zirganê ketin, 3 welatî şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrîşa dewleta tirk a li Zirganê daxuyanî da û diyar kir ku herî kêm 30 top li herêmê ketin û di encamê de 3 welatî şehîd bûne

Duh bi şev leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji nuqteyên xwe yên gundên Bab El-Xêr û Dawudiyê yên dagirkirî, gundên Esediyê, Rebîat, Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê navenda bajarojê Zirganê û sûka wê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbarana çeteyan de ji gundê Rebîatê ji malbatekê jina bi navê Melka Ehmed Îd (30), dayika wê Fesla Îd (60) û Salih Hemîd El-Hisên (60) şehîd bûn. Her wiha Cûdî Îd (4) Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8) jî birîndar bûn.

Têkildarî topbarana û qetliama çeteyan Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekatiya Hundirîn daxuyanî da û ev agahî parve kir: “Ji demeke dirêj ve artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê û gundên wê topbaran dikin. Bi van êrîşan hewl didin niştecihên wê koçber bikin, mîna ku li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirine. Artêşa tirk êvara sêşemê (21’ê Kanûnê) bi hemû cûreyên top, obîs û moşekan bajarok topbaran kir. Derdora 30 top li bajarok ketin. Di encama topbarana hovane de ziyanên mezin gihaştin milkên sivîlan, mêrekî bi temen û du jin şehîd bûn û 10 sivîlên din birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van kiryarên bi sûc ên li dijî şêniyên me yên li bajarokê Zirganê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî dikin ku bi lez bikeve tevgerê, li hemberî wehşiyeta dewleta tirk û leşkerên wê bisekine û herikîna xwîna sivîlan rawestîne.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar