Gelê Botanê 300 sal in bi çanda Adarokê hatina biharê pîroz dikin. Li bajarokê Gundikê Melê her sal di navbera meha Adar û Nîsanê de ji bo hatina biharê pîrozbahiya Adarokê tê lidarxistin. Her sal li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran kes tên beşdarî pîrozbahiya Adarokê dibin û vê kevneşopiya sedan salan Adarok pîroz dikin. Gel bi hev re xwarinê dixwin û lîstikên xwecihî ango gelêrî; “guhgan”, “birgî”, “gulşek”, “kêlanî”, “kergî mela” dilîzin. Hatina welatiyan li gel hev germahî û xurtbûyîna civakî ya kevnare nîşan dide.
Dayika bi navê Meryem Firat ku her sal tev li pîrozbahiya Adarokê dibe diyar kir ku ew ji zarokiya te xwe ve Adarokê weke hatina biharê pîroz dikin û wiha got: “Em dema biçûk bûn me danî çêdikir, mal paqij dikir û cilên xweşik li xwe dikirin. Me li gundê xwe Adarokê pîroz dikir. Divê di vê mehê de em ji hev nexeyidî bin. Divê em cîran û mirovên hev tev ji hev hez bikin. Adarok yek jî xweşiya civakî ye. Em bi hev re xwarinê çêdikin, dixwin û hatina biharê pîroz dikin. Li cem me ji bo Adarokê wiha dibêjin; ‘Di heyva Adarê de melek li ser darê hat xwarê, qîrek da biharê û xweşî ket dinyayê’.”
Hevşeredarê Gundeke Melê Ferît Artuç jî anî ziman ku ew ji bo kevneşopiya civakî biparêzin weke şeredariyê pîrozbahiya Adarokê li dar dixin û got: “Adarok çandeke qedîm e. Adarok navê xwe ji meha Adarê digire û wek hatina biharê tê zanîn. Me xwest em di meha Adarê de pîrozbahiyê li dar bixînin lê ji ber meha Remazanê me di meha Nîsanê de pîrozbahî li dar xist. Adarok tifaqiya xelkê Şirnexê bi xwe re tîne. Li vir civakîbûnek xurt derdikeve holê. Dema berê jin tev li bernameyê nedihatin kirin lê niha jin jî beşdarî pîrozbahiya Adarokê dibin. Her wiha ji bo em kevneşopiyên herêmê biparêzin xebatên me wê berdewam bikin.”