Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Cuma - 28 Şubat 2025

5 gund 8 roj in bê av in

Li gundê Rewşat, Koswelî, Qûbîk, Ernebî û Şabana yê Dêrika Mêrdînê 8 roj in ceryan tune ye. DEDAŞ, bi îdiaya ku ‘deynê wan heye’ ceryan qut kiriye. Gundiyên ku girêdayî makîneyên dûkelê dijîn jî ji ber vê nikarin tedawî bibin û gundî mecbûr mane nexweşên xwe yên giran jî rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Her wiha ji ber ku av jî girêdayî ceryanê ye, ava gundiyan jî tune ye. Li gundên navbirî di ser 10 hezarî re heywan jî hene û gundî nikarin heywanên xwe jî av bidin. Ji ber vê gundî mecbûr dimînin bi kîlometreyan rê biçin û ji gundên derdorê avê bikişînin.

Şêniya gundê Rewşatê Dîcle Neytûllahoglû anî ziman ku perîşan bûne û bi rojane nikarin serê zarokên xwe jî bişon û diyar kir ku heywanên wan jî tî mane û xwest rojek berî rojekê ev mesele bê helkirin.

Necla Dîp got ku ji ber ceryan tuneye nexweşê xwe yê makîneya dûkelê bi kar tîne rakirine nexweşxaneya Mêrdînê.

Şêniya gundê Qûbîkê Sûltan Baglarê diyar kir ku hevjînê wê nexweş e û êdî bêhna wî dernakeve.

Perîhan Baglar jî ev tişt anî ziman: “Dixwazin em bimirin. Êdî em nikarin firaqên xwe jî bişon. Em bi tankêran avê dikişînin. Ev zilm e.” Şêniyê gund Ramazan Yavûz jî got: “Kerbelayê tînin serê me.”

‘Gundiyan ceza dikin’

Şêniya gundê Koçyîgîtê Turkan Temel jî bîra ku avê jê dikişînin nîşan da û wiha got: “Ev av nayê vexwarin. Heywan jî nikarin vê avê vexwin. Heywanên me bimirin wê kî hesab bide? Ma ev hal e? Erzaqên me giş xera bûne. Bêhn ketiye sarincên me. Em nikarin serê zarokên xwe jî bişon. Ji ber vê naçin dibistanê jî. Ma ev qanûn e. Îca em ê çi bikin, he?”

Cemîl Temel jî anî ziman ku ji ber av û ceryan tuneye, zarokên xwe naşînin dibistanê û ev tişt diyar kir: “Heger aboneya me tunebe bila ceryana me bibirin. Lê aboneya me heye. Dibêjin deynê trafoyên bîra hene. Ji ber vê ceryana her kesî birîne. Ev nayê qebûlkirin.”

Keyayê gundê Qûbîkê Abîdîn Mîrzaoglû jî da zanîn ku hevdîtin bi rayedaran re çê kirine, lê belê li holê muxatab tuneye û wiha got: “Tenê personelekî got em ê jeneratoran bidin aboneyên malan, lê belê ev mesele bi jeneratoran hel nabe. Em di sedsala 21’an de ne, lê tişta hatiye kirin şermeke mezin e.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar