Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

6 midûriyet di deste kesekî de ye!

Li Geverê, qeyûm Midûrê Yekitiya Xizmeta Gundan Erol Zîrek, daniye ser 6 midûriyetan û bi vî awayî hemû midûriyeta şaredariyê ji aliyê kesekî ve hatiye xespkirin

Wezareta Karên Navxweyî di 18’ê cotmeha 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Geverê ya HDP’î kiribû. Wezaretê qeymeqamê navçeyê Osman Dogramaci kiribû qeyûm. Piştî ku Dogramaci bû qeyûm, gelek kes danîn ser amîrtiyan û midûriyetan. Yek ji van kesan jî Midûrê Yekitiya Xizmetên Gundan ê Navçeyê Erol Zîrek e. Rêveberiya qeyûm Zîrek daniye ser 6 midûriyetên şaredariyê. Navê van amîrtî û midûriyetan ev in: Midûriyeta Îmar û Bajarsaziyê, Midûriyeta Karên Fenê, Midûriyeta Park û Baxçeyan, Midûriyeta Etud Projeyê, Midûriyeta Av û Qenalîzasyonê, Amîrtiya Sewqkirina Wesayîtan.

Qeyûm ewilî cihê Reşît Ataman guherandibû û 3 kar dabûn ber wî. Rêveberiya qeyûm Ataman danîbû ser Midûriyeta Nivîsgehê, Midûriyeta Çand û Karên Civakî û Midûriyeta Karên Keyatiyê.

Amîrtiyên şaredariyê xesp kirine

Hevşaredarê HDP’ê Îrfan Sari ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ji bo tiştên tên kirin anî ziman ku dijî hiqûqê ye û diyar kir ku li gor qanûnên şaredariyê ne mimkun e ku mirov kesekî deyne ser 6 midûriyetan û wiha got: “Qeyûm tenê hevşaredariya Şaredariya Geverê xesp nekiriye, hemû amîrtiyên şaredariyê xesp kiriye. Midûrê Perwerdehiyê û çend personelên wî, Midûrê Mal û Milkan, Midûrê Nivîsgehê yê Qeymeqamtiyê, Midûrê Xizmetên Gundan danîn ser amîrtiyên şaredariyê.”

Her wiha Sari da zanîn ku rêveberiya qeyûm îhaleyeke betonê ya bi 13 milyon TL’yî kiriye û asfaltkirina rê, karê avê û îslehkirina cibaran ji aliyên hin saziyan dewletê ve hatine kirin û got ku deynê şaredariyê ji 680 milyon TL’yî niha bûye nêzî trîlyonekê. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar