Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

792 hezar lîre dan xwarin û diyariyan

Derket holê ku Şaredariya Artûklûyê ya AKP’yî di bin navê “mêvanperweriyê de” 620 hezar lîre ji bo xwarinê û 172 hezar lîre jî ji bo plaketên wereq ên bi zêr û diyariyan xerc kiriye.

Şaredariya Artûklûyê ya AKP’yî ku piştî şaredariyên li Mêrdînê di bin rêveberiya qeyûman de bi nelirêtiyan ji rojevê nakevin, kirîna diyariyan û xerckirina xwarinê ya di vê qeyranê de mirov matmayî hiştin.

Balkêş e ku Şaredariya Artûklûyê plaketên ku bidin mevanan û kesên tev li organizasyonan dibin, wereq ên bi zêr in. Ji bo plaketên wereq ên bi zêr ku tê dîtin ji firmayeke ceyranê hatiye stendin, ji budçeya şaredariyê 138 hezar û 650 lîre hatiye xerckirin. Her wiha di qeydan de heye ku şaredariyê bihayê 8 hezar lîreyan tizbiyên zîv, kilîldank û pênûsdank kirîne.

Dîsa ji bo ku bidin hin mevanan gomlek, qirewat û çenteyên jinan hatine kirîn. Di qeydan de tê dîtin ku şaredariyê 26 gomlekên zilaman, 26 qirewat û 5 çenteyên jinan kirîne. Bihayê gomlekan ji 404 lîre 50 qurîşan bi komî dike 10 hezar û 517 lîre, bihayê qirewatan ji 272 lîreyan bi komî dike 7 hezar û 72 lîre, bihayê çenteyên jinan jî ji hezar û 694 lîreyan bi komî dike 8 hezar û 473 lîre. Bihayê gomlek, qirewat û çenteyên hatine kirîn bi komî dike 26 hezar û 62 lîre.

 Bi 620 hezarî xwarin!

Yek ji lêçûnên herî mezin ên şaredariyê, bû lêçûna xwarinê. Tevahiya fatûreyên ku di bin navê “vexwendnameyên mêvanperwerî û şîvê” de hatin dayîn weke 620 hezar lîre hat dîtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar