Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Strasboûrgê hêrsa li dijî dagirkerî û xiyanetê her ku diçe zêde dibe

Kurdistaniyên li Strasboûrgê dijîn li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê meş li dar xistin. Kurdistaniyan bêdengiya Ewropa ya li hemberî êrîşên dewleta tirk şermerzar kir û gotin: “PKK û gerîla hêza parastina cewherî ya gelê kurd in.“

Gelê kurd li hemberî êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê rabûne ser pêyan. Rojava esas a çalakiyên kurdan li Ewropayê dikin, bêdeng mayîna Ewropayê li hemberî sûcên şer û li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk e.

Kurdistaniyên li Strasboûrgê dijîn, bi pêşengiya TJK-E’yê bi banga “Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê Kurdistanê biparêze“ heta ber bi Konseya Ewropayê ve meşiyan. Meşa ku endamên TJK-E’ê yên ji Almanya û Swîsreyê li dar xist, li Place de Republique’ê dest pê kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG, KCK’ê û pankartên “Gerîla rûmeta mirovahiyê ye“ û “Dewleta tirk kurdan qetil dike” hildan. Kurdan di meşa bênavber dirûşmeyên ‘’Em hemû PKK’yî ne’’, ‘’Li Kurdistanê qetilam e’’, ‘’Erdoganê qatil’’, ‘’Bimire xiyanet’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin.

Endama TJK-E’ê Zozan Serhed daxuyanî xwend. Serhed anî ziman ku armanca dewleta tirk a dagirker bi êrîşên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, temamkirina qetila kurdan e û got ku berxwedana gerîla li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa ye.

Zozan Serhed îşaret bi wê yekê kir ku êrîşên dagirkeriyê ji bo kurdan şerê ‘’hebûn û nebûnê’’ ye û derbirî ku gerîla parastina rûmeta mirovahiyê û ya gelê kurd dike.

Serhad anî ziman ku PKK û gerîla hêza parastina cewherî ya gelê kurd in û da xuyakirin ku dewletên Ewropayê bi qedexekirina çalakiyên PKK’ê dibin şirîkê sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta tirk. Zozan destnîşan kir ku ew bêdengiya Ewropayê şermezar dikin û wê dev ji berxwedana xwe bernedin.

Zozan diyar kir ku jinên azad ên kurd, dayikên gerîlayan, ciwanên kurd wê li her derê biqîrin ku ‘’PKK ew bixwe ne’’ û wê eseh kurd û dostên xwe bi ser bikevin.

Bi xwendina daxuyaniyê, meş li ber Konseya Ewropayê bi çalakî û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar