
Navenda Nûçeyan
Bi înîsiyatîfa Meclisa Sûriyeya Demokratîk, di 4’ê Nîsana 2020’î de komek ji parêzer û aktîvîstan ji bo şopandina rewşa kesên li Sûriyeyê hatine revandin û girtin, komîteyek bi navê ‘Sûriyeyiyên hatine revandin û girtin’ ava kiribû.
Komîteya ji 9 kesan, bi koordînatoriya giştî ya parêzer Mecdûlîn Hesen tê meşandin.
Komîteyê têkildarî dozên girtina siyasî û şerê çekdarî, platformeke çapemeniyê ya taybet a ji nivîsên lêkolînê ava kir.




