Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin derket

Hejmara meha sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Hevkariya bêdawî ya bi dewleta tirk re dê dawiya PDK’ê jî bîne’ derket

Navenda Nûçeyan | 

Rojnameya jinan Newaya Jin ku mehê carek tê çapkirin, hejmara meha sibatê gihand ber destê xwendevanan. Hejmara vê mehê bi sernavê ‘Hevkariya bêdawî ya bi dewleta tirk re dê dawiya PDK’ê jî bîne’ hat weşandin.

Di hejmara 191’ê de hevpeyvîn bi Endama Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif re hat kirin. Yûsif pêşdîtinên xwe yên têkildarî şerê li Sûriyeyê parve kir û nîşan da ku têkiliya PDK’ê ya bi dewleta tirk re çiqasî zirarê dide berjewendiyên neteweyî û bal kişand ser girîngiya projeya neteweya demokatîk.

Zerya Gul, Mûrîel Gonzales Athenas û Gulistan Îke jî komploya navneteweyî, tecrîda li Îmrlaiyê û paradîgmaya çareseriyê ya civakî û azadîparêz a jinan nirxandin.

Rojnameger Bêrîtan Zagros jî bal kişand ser kampên koçberan ên li Duhokê ku dema dawî bi xwekuştina jinên êzidî ketin rojevê. Zagros diyar kir ku têkiliya şêniyên kampê bi derve ve qedexe ye, mîna dîlgirtiyan e û destnîşan kir ku PDK a ku bi navê koçberan alîkariyê ji hêzên navneteweyî digire, bi rêya birçîhiştinê hewl dide penaberan terbiye bike.

Rojnameyê têkildarî kampanyaya TJK-E’yê ya bi navê ‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator’ cih da peyamên piştgiriyê yên tevgerên jinan ên ji Tirkiye heta Almanyayê, ji Meksîka heta Kolombiya û Arjantînê.

Sara Aktaş ku demeke dirêj li zindanên Tirkiyeyê ma, qala îşkenceya ‘lêgerîna bi rengekî tazîkirî’ kir ku mehên dawî ev kiryar tim di rojeva Tirkiyeyê de ye.

Di hejmara sibatê ya rojnameyê de her wiha encamên polîtîkaya qeyûm li Tirkiyeyê, karên Yekîneya Jineolojiyê ya Mexmûrê tên vegotin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar