Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 17 Ağustos 2025

Kampanyaya HDP’ê dest pê kir

HDP’ê starta kampanya 'Destpêkê Edalet' li Enqereyê da. HDP’ê kampanya xwe bi van gotinan ragihand: “Ji me re ne bi gotinan, ne bi qencî, edaleta rastî lazim e.”

HDP’ê bernameya têkoşîna serdema nû bi kampanyaya ‘Destpêkê Edalet’ li otelek Enqereyê da destpêkirin. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk ên sivîl û gelek kesayetên tên nasîn beşdarî bernameyê bûn.

Bernameyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Cîgirê hevserokên HDP’ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar Salîm Kaplan û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê Îlknûr Bîrol axaftinên destpêkê kirin.

Kaplan û Bîrol bi van gotinan kampanyayê dan ragihandin: “Ji me re ne bi gotinan, ne bi qencî, edaleta rastî lazim e.”

Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar peyam şandin

Peyamên bi vîdeoyê ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran ve bo bernameyê hatin şandin bi sînevzizyonê hatin nîşandan. Hevberdevkê HDK’ê yê berê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, wezîrê berê Ziya Halîs, siyasetmedar û nivîskarê kurd Tarik Ziya Ekîncî, nivîskar Dogû Ergîl, siyasetmedar Nesrîn Nas, serokê rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu di vîdeoyên şandin de peyamên girîng ji bo têkoşîna azadî, edalet, aştî û demokrasiyê dan.

Peyamên Demîrtaş û Yuksekdag hatin xwendin

Peyamên hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên niha girtî ne jî ku ji bo bernameyê şandin hatin xwendin û di peyamên xwe de behsa edaletê kirin û xwestin destpêkê de edalet pêk were.

Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) jî payem şand bernameya HDP’ê û peyama bi hêviya hemû bi hev re têkoşînê mezin bikin dan. DÎB’ê destnîşan kir ku daxuyaniyên reformê û destûra bingehîn a nû ji bo wan tiştek tune ye. DÎB xwest bi milyonan kes ji bo edalet û wekheviyê, azadiyê, demokrasiyê û aştiyê werin kêleka hev û ev kampanya HDP’ê ji bo edaletê destpêkek e û her wiha di peyama xwe ji bo HDP’ê û di xebatên wan de serkeftin daxwaz kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar