Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Tayîna qayûmên zanîngehê û şaredariyan girêdayê hev in’

Piştî hatina rektorê qeyûm Melih Bûlû di çalakiyên şermezarkirina qeyûm de 563 xwendekar hatin binçavkirin û 10 jê hatin girtin. Li 24 xwendekaran jî cezayê hepsa malê hat birîn

Melîh Bulu yê AKP’î bi fermana Serokomar Tayyip Erdogan wekî qeyûm tayînî Rektoriya Zanîngeha Bogazîçî hatibû kirin, piştî Bulu wekî qeyûm tayîni zanîngehê kirin, xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dest bi çalakişên şermezarkirina tayînkirina qeyûm kirin. Çalakiyên xwendekaran hêj didomin. Çalakiyên xwendekaran ji 4’ê Çile heta niha didomin. Di çalakiyên şermezarkirina qeyûm de heta niha 563 xwendekar hatin binçavkirin û 10 xwendekar hatin girtin. Dadgehê li 24 xwendekaran jî cezayê hepsa malê birî. Serokomar Tayyip Erdogan çalakiyên xwendekaran wekî terorîzmê pênase kir. Ev yek bêtir bû sedema bertekên xwendekaran. Xwendekaran destnîşan kirin ku heta bigêjin armanca xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Elif Karakaya, anî ziman ku qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e û wiha got: “Qeyûm encama polîtîkayên înkar û îmhayê yên îqtîdara 18 salan e. Dixwazin xwendekaran li gorî xwe wekî koleyan perwerde bikin. Ji ber xwendekar koletiyê qebûl nakin êrîşê xwendekaran dikin.”

Karakaya, da zanîn ku dema ew binçav kirin û birin muayeneyê jî kelepçe li destê wê xistin û ji ber ev yek îtîraz kir muayene nebû. Karakaya, da zanîn ku bi zanebûn gelek rojan ew di bin çavan de hiştin û xwestin tiştan li dosyayen wan zêde bikin. Karakaya, banga piştevaniya xwendekaran kir.

Xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknikê Anil Bayraktar jî destnîşan kir ku tayînkirina qeyumê zanîngehê û tayînkirina qeyûmên şaredariyan girêdayî hev in û wiha got: “AKP, hemû kesên ne ji wan zextan li wan dike. Tayînkirina qeyûm li dijî demokrasiyê ye. Dixwazin rêya piştevaniyê bigirin. Ji ber îqtîdar ketiye qeyranê zextan zêde dike. Bi van êrîşan nikare têkoşîn û serîrakirina xwendekaran biterpisîne.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar