Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Kurdistanek azad bi yekitiya kurdan pêkan e’

Keça Mîr Celadet Alî Bedirxan Sînemxan, banga bi dawîanîna aloziyên di navbera hêzên kurd de kir û wiha got: “Kurdistanek azad xewn û xeyala min e, ev jî bi yekitiya kurdan pêkan e.”

Navenda Nûçeyan |

Şandeyek ji Nûnertiya HDP’ê ya bajarê Hewlêra başûrê Kurdistanê serdana keça Mîr Celadet Alî Bedirxan, Sînem Bedirxan a li Hewlêrê dijî kir.

Li gorî nûçeya RojNewsê; Şandeyê diyar kir ku Sînem Bedirxan bi serdana wan gelekî kêfxweş bûye, peyam û daxwaza wê ya herî zêde yekitiya kurd û têkoşîna ji bo avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad bûye.

‘Dixwazim xeyala min pêk were’

Sînem Bedirxan jî kêfxweşiya xwe ya ji serdana şandeya Nûnertiya HDP’ê anî ziman û wiha got: “Bi dîtina we gelek kêfxweşbûm. Ez gihîştim vê temenê, hêviya min ew e ku ez Kurdistaneke azad bibînim. Ne bêjin Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur, bêjin Kurdistan. Dixwazim pasaporteke min hebe, li ser wê Kurdistan nivîsîbe. Hêvîdar im ku beriya ez xatirê xwe ji we bixwazim, vî ya bibînim. Ev xeyaleke, dixwazim ev xeyala min bibe rastî.”

Divê ferq nekeve navbera aliyên kurd

Sînem Bedirxan li ser aloziyên di navbera kurdan de jî van hişyariyan kir: “Êdî bes bêjin filan hizb û bêhvan hizb. Dayika min Rehşanxan digot ‘Yekitiya kurdan bide min, ez ê Kurdistaneke azad bidim te.’ Hêvî dikim em ê vê Kurdistanê bibînin. Em hemû kurd in û divê em ferq nexin navbera tu aliyekî.”

Sînem Berdixan di beşeke din a axaftina xwe de jî bal kişand ser zextên AKP-MHP’ê li kurdan dikin û wiha got: “ Divê em tev bi hev re li dijî zilma ku li ser bakurê Kurdistanê tê kirin, rabin. Pêwîst e em rûnin, ne bi şer û pevçûn, bi şêwazeke medenî û diyalogê bikin, rewşê gotûbêj bikin. Divê êdî em hev kuştinê ji bîr bikin. Pêwîst e em li ser wê bifikirin ka em ê weke kurd xwe çawa ji destê Erdogan rizgar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar