Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ciwanên Efrîn û Şehbayê komplo şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Efrîn û Şehbayê meşek girseyî li gundê Til Qireh a Şehbayê li dar xistin. Meş bi dirûşma ‘Bi hêza ciwanên Apoyî em ê komloyê têk bibin, pergala Îmraliyê birûxînin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin’ dest pê kir. Di meşê de wêneyê Abdullah Ocalan, alê Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa ‘Bimre Îxanet, azadî ji Rêber Apo re’ û ‘Azadiya Rêber Apo mîsogeriya netewa demokratîk e’ hatin hildan. Meş ji gundê Til Qirehê ya Şehbayê dest pê kir heta navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a gund domiya.

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Şiyar Efrîn komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: “Em wek ciwanên şoreşger komploya navneteweyî ya li ser Rêberê mirovahiyê Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo ji bo azadiya gelan heta niha têdikoşe lê tevahî hêzên hegemon û desthilatdar ev yek nepejirandin û bi komployek navneteweyî Rêber Apo dîl girtin. Em wek ciwan ji bo rizgariya Rêber Apo ji her demê zêdetir amade ne û em ê herdem çalakiyên xwe bidomînin.  Rizgariya Rêber Apo a ji zindanê, rizgariya gelê azadîxwaz e.”

Meş bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar