Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê

Endamên DÎK'ê ya Amedê ji bo balkişandina ser tecrîdê xwestin daxuyanî bidin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê endamên DÎK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliye girtiyên PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin, sê meh li pey xwe hişt.

Ji bo bal kişandina ser çalakiya greva birçîbûnê, li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê her hefte daxuyanî tê dayîn. Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) pêk tê. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) piştgirî dan çalakiyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî tev li çalakiyê bû.

Beriya ku daxuyanî bê dayîn, polîsên tirk bi gelek wesayitên zirxî û TOMA’yan dor li Parka Koşûyolû girtin. Kesên ku ji bo daxuyaniyê hatin parkê jî di nava dorpêçiya polîsan de man. Ji ber ku polîsan destûr nedan daxuyanî bê dayîn, girseya gel bi du koman li qadê dest bi çalakiya rûniştinê ya nîv saetê kirin.

Piştî çalakiyê girseya gel ji qadê belav bû. AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar