Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Hêzên navneteweyî DAIŞ’ê ji nû ve zindî dikin

Di dema bihara gelan de zirhêzan DAIŞ û komên beriya wê bera Rojhilata Navîn dan. Ji bo pêşîgirtina li serhildanên gel û kontrolkirina herêmê ev qatilên kirêkirî kirin bela serê mirovahiyê. Ji 2011’an û vir ve van komên ku weke çete tên binavkirin di serî de li Iraq û Sûriyeyê, li gelek deverên Rojhilata Navîn belav bûn. Gotina hovîtî gelekî kêm dimîne ji bo van hêzên tarî, lê bi hemû hovîtiya xwe bi dehan bajar di erdê re kirin yek, bi milyonan însan dan koçberkirin û bi hezaran kuştin û bi hezaran jin jî kirin kole. Li hemberî hovîtiyeke wisa nedîtî qudumên dewletên xwedî artêşên qerase şikestin û zirhêzên cîhanî û herêmî jihev ketin. Mirovahî di nava lepên tarîtiya serdemê de bêkes û bêxwedî hatibû hiştin. Di demeke wiha de kurdan bi pêşengiya PKK’ê sînga xwe li ber wan çeteyan kirin mertal û bi salan ji bo xilasiya jin û gelên li herêmê têkoşiyan. Di oxira parastina gel, dîrok, bîr û hafizaya Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi hezaran ciwan bûn cangorî. Di serî de dewletên navneteweyî û herêmî, gelên li cîhanê û bi kurt û kurmancî dinya li ber vê wêrekî û lehengiyê matmayî ma. Têkoşîna aktîf a 40 salan di vê berxwedanê de ji her demê bêtir nav da û ber bi çav bû. Ji ber berxwedana hatî dayîn, hêzên navneteweyî û zirhêzên cîhanî jî bi dilê xwe yan bê dilê xwe neçar man piştgiriya berxwedêran bikin.

Kurdan li Kobanê pişta DAIŞ’ê û Erdogan şikand, li Reqayê bêhn li wan çikand û li Baxozê jî ew bi temamî tunekirin. Ji bihara 2019’an û vir ve DAIŞ di operasyona rizgarkirina Dêrezorê de li Baxozê hat tunekirin. Bi hezaran çete tevî zar û zêçên xwe li pêş çavê cîhanê li ber şervanên azadiyê çok danîn û teslîm bûn. Ev serkeftina li Baxozê ku bi pêşengiya şervanan bû, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo temamê cîhanê serkeftineke dîrokî bû. Piştî vê serkeftinê bi hezaran çete hatin girtin û malbatên wan jî ji hêla Rêveberiya Xweser ve li kampan hatin bicihkirin. Yek ji wan kampên ku van rojan gelekî di rojevê de ye, Kampa Holê ye. Kampa Holê bi qasî 25 km dûrî bajarê Hesekê ye. Li gorî daneyên rêveberiya kampê, 60 hezar û 351 kes li Holê ne. Hejmara kesên li wêderê bi qasî hejmara bajarekî ye. Hemwelatiyên 70 welatan bi salane li Holê ne. Tevî Kampa Holê, bêtirî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê jî girtî ne. Ji roja ku DAIŞ li Baxozê têk çû heta îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan caran bang li hêzên navneteweyî kirin da ku hemwelatiyên xwe bigrin û bidarizînin, her wiha bi dehan caran bang kirin da ku çeteyên di destê wan de di dadgehekê navneteweyî de bên darizandin û cezakirin. Van hêzên mûxatab heta niha tu gav neavêtin û her carê hewil dan meselê sar bikin.

Ji ber bêxemî û paşguhkirina hêzên navneteweyî Kampa Holê ku em behsê dikin, ji kampbûnê derket. DAIŞ’iyan li wêderê di bin re xwe bi rêxistinkirin û dest bi faaliyetên xwe yên tarî kirin. DAIŞ niha kampa Holê jixwe re kiriye weke biryargeh û hewl dide xwe jinûve zindî bike. Li gorî daneyên rayedarên Rêveberiya Xweser di nava 2 sal û nîvan de 247 kes li Kampa Holê hatine kuştin. Ev kes di bin navê şerîatê de hatine kuştin. Tevî vê yekê, zarokên li kampê ji hêla çaviyên veşartî yên DAIŞ’ê ve bi awayekî tundrew tên perwerde kirin û kesên li kampê bi giştî xwedî fikrê tundrew û tarî ne. Lewma jî ne mumkun e mirov dema dibêje malbatên çeteyan weke ku bê zirar in nêzik bibe û her wiha nabe ku Kampa Holê weke kampeke ji rêzê ya penaberan bê pênasekirin. Bi temamî nebe jî piraniya kesên li wir, bi awayekî aşkera îtîraf dikin ku ew ê zû yan dereng qaşo dewleta xwe çê bikin. Xûlase li gel van hemûyan, li gorî hiqûq û qanûnên navneteweyî divê ev kes li welatên xwe bên darizandin û zarokên li kampê jî bên rehabilitekirin. Ji ber ku hêzên navneteweyî xwe nedan ber vê kampê tundrewiya li kampê her diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê hêzên ewlehiya hundirîn bi HSD’ê re li Kampa Holê operasyona bi navê mirovî û ewlehiyê kir û di qonaxa pêşî ya operasyonê de 125 çete û serekçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên koalîsyonê di operasyona qalkirî de cih negirtin. Li Holê zarok bi fikrê DAIŞ’ê mezin dibin û çeteyên DAIŞ’ê xwe jinûve birêxistin dikin. Ger wisa berdewam bike, dê Hol ne weke kamp lê dê bibe weke hêlîna DAIŞ’ê. Eger Hol ji kontrolê derkeve, dê ev yek ji bo temamê cîhanê bibe xeteriyeke pir mezin. Kontrolkirina Holê û DAIŞ’iyan ne tenê wezîfeya Rêveberiya Xweser e. Bi salane rayedarên Rêveberiya Xweser bang li hêzên navneteweyî dikin û bi rêya têkîliyên dîplomatîk hewl didin vê xeteriya ku weke bombeyeke li ber teqînê ye ji holê rakin. Ji bêhelwestî û bêdengiya hêzên eleqedar diyar e ku hesabên wan cûda ne. Lê divê raya giştî û siyaseta kurd li raya giştî ya cîhanê bide fêmkirin ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe DAIŞ’ê jinûve zindî dikin. Eger siberoj Holê ji kontrolê derket berpirsyarên vê xeteriya mezin ku bûne belaya serê cîhanê ev hêzên navneteweyî ne. Eger Kampa Holê ji kontrolê derkeve ew ê ne tenê Rojhilata Navîn, lê cîhan bi temamî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû bimîne.

Nûçeyên Têkildar