Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 9 Ağustos 2025

Li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê li çiyayên Kurdistanê ji aliyê gel û gerîla ve bi çandina daran û şahiyê hat pîrozkirin

Rojbûna 72’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 17’an a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li çiyayên Kurdistanê bi coş hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd gelek şitlên daran hatin çandin.

Li gel nûnerên PJAK, KJAR, KODAR’ê her wiha malbatên şehîdan û gelek ji şêniyên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Endama KJAR’ê Ciwana Sine di dema pîrozbahiyê de axivî û rojbûna Rêber Ocalan, salvegera damezradina PJAK’ê li gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz kir û wiha got: “Bi rojbûna Rêber Apo re hebûna gelê kurd jinûve pênase bû. Di hema demê de jiyan û pênaseyeke taze ji bo jin bû. Li rojhilatê Kurdistanê bi damezrandina PJAK’ê re, bi 17 salên karê PJAK’ê re gelê rojhilatê Kurdistanê reng û pênaseyeke xwe ya taze wergirt.”

Ciwana Sine destnîşan kir ku hebûna gelê kurd di kesayetiya Rêber Ocalan de pênaseya xwe dibîne, lewma bê Rêberê Gelê Kurd jiyan ji bo wan nabe.

Di dewama axaftina xwe de bang li gelê kurd bi taybetî jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber têbikoşin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. ŞAHO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar