Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Xwevekişandina ji peymanê li dijî destkeftiyên jinan darbe ye

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara betalkirina Peymana Stenbolê bi rojnamegerên jin re civiya û wiha got: “Fesixkirina peymanê berdewamiya darbeyên li ser destkeftiyên jinan e.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peyamana Stenbolê li Otela Taksîm Hill a Stenbolê bi rojnamegerên jin re civiya û ji bo peymanê divê çi were kirin nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Gelek rojnamegerên jin û parlamenterên HDP’ê yên jin beşdarî civînê bûn.

Bûldan di civînê de axivî û bi bîr xist ku Peymana Stenbolê ya ku mafê mîsogeriya bi milyonan jin diparêz nîvê şevekê hatiye betalkirin û wiha got: “Ev biryara vekişînê darbeyeke li dijî jinan. Li gelek darbeyên hatine kirin darbeyek din zêde bû. Helbet ev darbe ne ya ewil e. Ev darbe ne ji nişke ve û ne jî bi yek carê hatiye kirin. Vekişandina ji peymanê berdewama darbeyên li dijî destkeftiyên jinan e.”

Navnîşana têkoşîna jinan

Bûldan destnîşan kir ku newekheviya zayendiya civakî û tundiya li ser jinan xwedî dîrokek kevnar e û ev tişt anî ziman: “HDP partiya jinan, têkoşîn û HDP navnîşana destkeftiyên jinan e. Ji ber vê yekê HDP her tim bi êrîşên yekperest ên îktîdarê re rûbirû dimîne.”

Pervîn Bûldan got ku partiya wan bi her cûre kirinên xwe hem ji bo jinan û hem jî ji bo civakê partiyek rêber û mînak e.

Xwevekişandin li dijî hiqûqê ye

Her wiha Bûldan destnîşan kir ku ew carek din diyar dikin ku dê qet betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi awayekî dijhiqûqî Peymana Stenbolê hatiye fesixkirin. Axaftin û nîqaşên li ser fesixkirina peymanê gelek girîng in. Peymana Stenbolê metneke ku bi îmzeya hemû partiyan hatiye qebûlkirin. Lê bi biryara pergala yekzilam hat fesixkirin. Ev li dijî qanûna bingehîn e jî. Îradeya yek zilamî qet û qet bi ser îradeya gel re nîne. Em qet û qet qebûl nakin. Ji bo vê yekê jî têkoşîna hevpar gelek bi qîmet e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar