Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Heta azadiyê Serokê me dê çalakî bidome’

Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê têkildarî greva birçîbûnê wiha gotin: “Em ê berxwedana ku ji Mazlûm, Xeyrî û Kemamalan dewr girtiye mezin bikin û heta azadiya Serokê me dê çalakî bidome’

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiyên girtiyan di roja 135’an de didome. Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê bi rêya malbatên xwe derbarê çalakiya xwe de peyam şandin.

Girtiyan da zanîn ku ew ji 5 rojan carek dorveger greva birçîbûnê birêve dibin û sibê dê koma 28’emîn û girtiyên Serhat Bogaakçe û Huseyîn Elî yê ji Rojava grevê dewr bigirin.

Peyama girtiyan wiha ye: “Em ji bo vê çalakiyê bi biryar in. Armanca çalakiya me ew e ku tecrîda li ser Serokê me 22 sal in didome were rakirin. Êdî me kiriye armanca xwe ku Serokê me bigihîje azadiya xwe ya fizîkî. Em ê dest ji daxwazên xwe bernedin. Banga me li gelê welatparêz ê Kurdistanê ye; heta tecrîda li ser Serokê me were şikandin û azadiya fizîkî were dabînkirin li her cihê lê ne deng derxin û piştgiriyê bidin girtiyan. Em wek girtiyan tişta ji destê me were em ê bikin û em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê kêliyek jî dest ji vê daxwaza xwe bernedin. Em ê berxwedana me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemamalan dewr girtiye mezin bikin û em di wê baweriyê de ne gavek bêtir nêzî aştî û azadiyê bûne. Divê gelê welatparêz ê Kurdistanê jî bi vê baweriyê bibe hevparê vê kêliya dîrokî.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar