Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Dadgeha tirk derbarê Alokmen de biryara girtinê da

Dadgeha tirk bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal 6 meh ceza li Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik birî û derbarê wê de biryara girtinê da

Ji ber xebatên wê yên sendîkayî yên sala 2012’an ku Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê dikir û delegebûna wê ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), beriya niha doz li Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik hatibû vekirin. Danişîna doza Alokmen li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Alokmen tev li nebû de parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan amade bû.

Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya niha de pêşkeşî dadgehê kiri bû, dubare kir. Parêzerê Alokmen Bayhan derbarê esasê de parastin kir û diyar kir ku delîlên di dosyayê de ji bo sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ nabin delîl. Bayhan diyar kir ku çalakiyên ku kirine mijara sûc hemû di çarçoveya xebatên sendîkayî de ne û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.

Şandeya dadgeha tirk ji ‘endamtiya rêxistinê’ li Alokmenê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û derbarê Alokmenê de biryara girtinê da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar