Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 1 Ağustos 2025

‘Piştî naskirina ramanên Ocalan jin têkoşîna xwe geştir kirin’

Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Şehbayê Necah Hisên diyar kir ku jinên Şehbayê piştî ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan nas kirine, têkoşîna xwe geştir kirine

Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Şehbayê Necah Hisên derbarê bandora fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li herêmê axivî.

Hisên di destpêka axaftina xwe de qala bandorên neyînî yên li ser civakê kir û wiha got: “Di destpêka krîza Sûriyeyê de hin mijarên neyînî hene ku bandoreke mezin li civakê kirine. Beriya her tiştî bandora xwe di warê civakî û zanistî kir, ji ber ku di wê pêvajoyê de nezanî di nav civakê de gelekî zêde bû. Ji ber êrîşên çeteyên Cephet El Nûsra paşveçûnek jî çêbû.”

Necah Hisên qala naskirina fikr û felsefeya Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Piştî ku me fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, me rêya rizgariyê dît. Me dît ku hemû civak di şertên wekhev de dikarin bijîn. Bi rêya vê fikirê me azadiya jinan nas kir û dest bi têkoşîna xwe kir. Em jin di vî warî de îradeyeke me ya mezin çêbû da ku em li hemberî van astengiyan bisekinin. Li hemberî şerê taybet û pirsgirêkan me karî em rêyên çareserkirinê bibînin.”

Bang li dewletên berpirsyar kir

Her wiha Hisên di dawiya axaftina xwe de ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li dewletên berpirsyar kir û wiha got: “Em jinên Şehbayê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya rizgarkiyê nas kir. Niha li ser Rêber Ocalan tecrîdeke giran heye û ev tecrîd li dijî qanûnên gerdûnî û mafên mirovan e. Em bang li hemû dewletên berpirsyar dikin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan bila hewl bidin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, em jinên li Şehbayê dengê xwe bilindtir bikin.” ŞEHBA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar