
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 12’ê kanûna 2020’an de di bin navê ‘nûkirinê’ de li Kolana Hunerê ya Taxa Kooperatîfler a navçeya Yenîşehîrê dest bi xebatekê kiribû. Di vê xebatê de kevirên parkeyî, bank û qadên peyzajê yên kuçeyên hemû hatin rakirin û kuçe bi betonê hat seyandin.
Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, destnîşan kir ku projeya hatiye çêkirin projeyeke ji endezyartî, mîmartî, teknîk û estetîkê bêpar e û diyar kir ku dema proje hatiye amadekirin şêniyên kuçeyê û dînamîkên bajêr nehatine daxilîkirin.
Proje ji endezyartî, mîmarî û estetîkê bêpar e
Aydin da zanîn ku îhaleya projeyê nehatiye kirin û wiha got: “Di înîsyatîfa çend burokratan de bû û bi awayekî veşarî hat kirin. Lê niha gava em li dîmena heyî dinêrin, em dibînin ku Kuçeya Hunerê veguheriye kuçeyeke cêb. Dar û nebatên berê hatine rakirin. Ax hatiye rakirin. Berê cihê bêhnvedanê bû, lê niha di nav betonê de maye. Rê hatiye firehkirin û wekî rêyeke dubleyî asfal çêkirine. Ew rêyên dubleyî yên li dora Sûra dîrokî hatine çêkirin, heman tişt li Kuçeya Hunerê jî çêkirine. Projeyeke ji endezyartî, mîmartî, teknîk û estetîkê bêpar çêkirine.”
Di axaftina xwe de Aydin got ku ji bo projeyê bibînin nivîsek ji şaredariyê re nivîsandine, lê belê bersiv nehatiye dayîn û destnîşan kir ku li bara gel tu qîmeta vê projeyê tune ye, tenê ji bo hin kes rantê bi dest bixin projeyên bi vî rengî tên çêkirin.

Li Enqereyê tên xêzkirin
Aydin da zanîn ku projeyên ku gava şêniyên derdorê daxilî nav neyên kirin piştî wextekê dê bi kêr neyên û wiha domand: “Heger dilê me û projeyeke baş hebe, nexwe divê rêxistinên pîşeyî, Odeya Mîmaran, TMMOB, tevgerên ekolojiyê, keyayê taxê û nûnerên taxê jî daxilî nav projeyê bibin. Lê belê me li Sûrê jî dît, projeyên bi vî rengî rasterat li Enqereyê tên xêzkirin û tiştên wisa ecêb derdikevin holê.”
Bi deste burokratên derveyî bajêr tên çêkirin
Her wiha Aydin diyar kir ku projeyên bi destê burokratên li derveyî bajêr tên çêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Projeya Kuçeya Hunerê jî dan ber înîsyatîfa burokratên ji Kocaelî, Sakarya û Xarpêtê hatine. Lê em Odeya Mîmaran daxilî nav projeyan nayên kirin. Bersiva me nadin. Projeyê naşînin. Çima vedişêrin? Fikara wan komek e, mifha hin kes in.” AMED




