Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Ji bo azadiya Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Koln ê Almanyayê name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kurdên li bajarê Koln ê Almanyayê dijîn name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin. Kurd bi wêneyên Ocalan li ber postaxaneyê li hev civiyan û bi dorê name avêtin qutiya postê. Piştre jî wêneyek bi hev re kişandin.

Yek ji beşdarên kampanyaya şandina nameyan li ber postaxaneyê axivî û wiha got: “Em kurdên li Kolnê dixwazin ku ji bo azadiya Rêberê xwe pênc hezar îmzeyan bişînin. Kampanya li tevahiya Ewropayê dewam dike. Em dixwazin bandorê li Neteweyên Yekbûyî bikin. Em hêvîdar in ku ev kampanya ji bo girtiyên siyasî û gelên bindest bibe serketinek.”

Kampanya beriya niha bi demekê ji aliyê Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Ji her devera cîhanê kurd tevî dostên xwe tev li kampanyayê dibin. KOLN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar