Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

Li quntarên keleha Wanê nebatên ‘bi şîfa’ berhev dikin

Li Wanê bi hatine biharê re welatî li quntarên keleha dîrokî dest bi berhevkirina nebatan kirin

Li bajarên Serhedê piştî dinya hêdî hêdî germ bû, xweza jî hêşîn dibe. Bi vê re welatî hêdî hêdî dest bi berhevkirina nebatan dikin. Welatî li quntarên keleha dîrokî dest bi berhevkirina nebatan kirine û bi taybetî jî dawiya hefteyê serê sibehê zû li deverên avî pincaran berhev dikin. Welatî nebatên berhev dikin qismek jê dixwin û qismekê jê jî difiroşin.

Bûrhan Efeoglûyê 67 salî ku tevî neviya xwe ya 9 salî nebatan berhev dike, anî ziman ku nebat bi kêrî nefesê, nexweşîna şekir û tansiyonê tên. Efeoglû diyar kir ku piraniya van nebatan çêdikin û dixwin û û wiha got: “Em di xwarinên avî de bi kar tînin. Em piranî şemî û yekşemê tên. Em bi kêrê berhev dikin. Paşê em wan dişon û dû re diqelînin. Dermanê gelek nexweşîna ne.”

Guldane Han a 60 salî jî ku nebatan berhev dike, diyar kir ku heftê rojekê tê quntarên kelehê û nebatan berhev dike. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar