Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 15 Kasım 2025

Sefereke dagirker a nû û berxwedana gerîlayan

Artêşa tirk a dagirker piştî têkçûna li Garê tevî bi gelek balafir, helîkopter, SÎHA, bi hezaran leşker û sedan cerdevanan dest bi sefereke nû ya dagirker kir. Ev sefera wan a dagirker rastî berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê hat

 Navenda Nûçeyan |

Di salvegera 106’emîn a Qirkirina Ermenan de dewleta tirk a dagirker ji hewayî û bejahî li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşeke nû ya dagirker kir.

Piştî ku Serokkomarê tirk Tayyip Erdogan bi Serokê DYE’yê Joe Bîden, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû bi Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Antony Blînken û Îbrahîm Kalin ê ku Berdevkê Erdogan e bi telefonê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYE’ê Jake Sûllîven re re axivî, êrîşa dagirker dest pê kir.

Piştî hevdîtinan artêşa tirk a dagirker ji hewayî û bejahî li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi êrîşên dagirker ên berfireh kir.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatiye wergirtin, artêşa tirk ji zivistanê ve amadekariya êrîşeke wisa dikir.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin leşkerên ji 8 tûgayên cihê yên artêşa tirk tev li vê êrîşa dagirker bûne.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin leşkerên ji Tûgayên Komando yên Kayserî, Colemêrg, Isparta, Sêrt, Şirnexê û gelek JOH û POH tev li vê operasyona dagirker bûne.

Tê diyarkirin ku dê cerdevanên ji Colemêrg, Wan, Şirnex, Çewlig û Amedê jî bibin herêmê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin wê êrîşa dagirker zêde bidome.

Artêşa tirk ji bo dagirkeriyê bi mehan e leşker û çekan sewqî Gever, Çelê û Şemzînana Colemêrgê dike. Hate diyarkirin ku li başûrê herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li baregehên dewleta tirk ên li Amêdiyê, Dêralûk û Şeladizê jî tevgerên leşkerî hene.

Piştî ku rayedarên tirk bi rayedarên DYE’yê re bi telefonê axivî, êrîşên dagirker ji hewayî dest pê kir.

Balefirên şer, helîkopter, SÎHA’yan dest bi bomberdûmanê kir û qereqolên li ser sînor ên li Rûbarok, Elomon, Kopkî û Hananîsê jî bi topan li herêmê dan.

Piştî bomberdûmana zêde artêşa tirk xwest bi helîkopteran leşkeran deyne girên li herêmê lê gerîlayên HPG û YJA-Starê li wan da.

Artêşa tirk a dagirker piştî têkçûna li Garê tevî bi gelek balafir,helîkopter, SÎHA, bi hezaran leşker û sedan cerdevanan dest bi sefereke nû ya dagirker kir. Artêşa tirk ji aliyekî ve dixwaze têkçûna xwe ya li Garê bide jibîrkirin û ji aliyê din ve jî dixwaze heyfa têkçûna xwe ya li Zapê ya di sala 2008’an de bistîne.

Artêşa tirk di 21’ê Sibata 200’an de bi hêzeke mezin êrîş biribû ser Zapê lê bi tenê 9 rojan karibû li ber xwe bide. Artêşa tirk li pey xwe bi sedan mirî û birîndar hiştibû û neçar mabû vekişe.

Gelê kurd di wan rojan de ji bo têkçûna artêşa tirk a li Zapê gotibû: ‘Siwar hatin peya çûn’. Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar