Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cuma - 14 Şubat 2025

Taxa Teyî ji Dîfaa El-Wetenî hat paqijkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Qamişloyê piştî şerên dijwar di saetên nîvê şevê de, taxa Teyî ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî paqij kir

Duh bi şev çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbesta dayîm binpê kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû. Di encama bersivdayîna hêzên ewlekariyê de, şerên dijwar derketin.

Li gorî agahiyên ji taxa Teyî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya bersivdayîna binpêkirinên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên agirbestê de, tax bi temamî ji çeteyan paqij kir, ji bilî dibistana Ebas Elawî ma ku veguherî noqteyeke ewlehiyê ya hikûmeta Şamê û kolanên li derdora depoya avê. Li gorî hinek rayedarên ewlekariyê êdî ev herêm bû çargoşeya ewlehiyê ya saziyên hikûmeta Şamê.

Her wiha hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin kembera başûrê bajêr û piraniya kolanên taxê ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî rizgar bûn.

Çargoşeya ewlehiyê ku saziyên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê û artêşa wê xwe spartine, li aliyê başûr e û li nêzî çerxerêya taxa Teyî û taxa Zinûd a li kembera başûrê Qamişloyê ye.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê şeva 20’ê Nîsanê êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehda kir. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û şer derket. Di encamê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî hatin derxistin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar