Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

MED-DER: Dê tu dildarên zimên gavek jî ji paş ve navêjin

Rêveberê MED-DER'ê Rêzan Aktûlûm bertek nîşanî binçavkirina hevserokê wan Rifat Ronî da û wiha got: "Em bi armanca van operasyonan baş dizanin û em aşkera dikin ku ew ê tu dildarê/a zimên gaveke bi tenê jî paş ve navêjin, dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe.”

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), têkildarî binçavkirina hevserokê xwe Rifat Ronî li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Endam û rêveberên MED-DER’ê beşdarî civînê bûn. Di civînê de rêveberê MED-DER’ê Rêzan Aktûlûm axivî.

Aktûlûm diyar kir ku di 26’ê nîsanê de dîsa çavên xwe bi qirkirina siyasî, çandî û zimanî vekirine û wiha got: “Di serdegirtina malan de tevî bi dehan siyasetmedar û dildarên zimên, Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê Rifat Ronî jî hat binçavkirin. Dildarekî zimên çima tê girtin. Xwedîderketin û parastina ziman û çandê çima we tengezar dike? Em bi armanca van operasyonan baş dizanin û em aşkera dikin ku ew ê tu dildarê/a zimên gaveke bi tenê jî paş ve navêje, dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir û bilintir bibe.”

Divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan

Aktûlûm destnîşan kir ku bi serdegirtin û binçavkirinan nikarin xeta demokratîk krîmînalîze bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dest ji daxwaza mafên xwe yên hatine binpêkirin bernadin. Em teslîmê bişaftinê nabin. Ji ber van sedeman em operasyonên qirkirinê qebûl nakin, em van operasyonan bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar