Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Yekem mumyaya jina ducanî

Piştî lêkolînan derket holê mumyaya ku di sala 2016’an de hatibû dîtin û bi navê rahîb Hor-Djehutî dihat zanîn, jineke ducanî ye

Li Muzeya navneteweyî ya Polonyayê mumyayek ji sala 2016’an ve wek ê rahibê bi navê Hor-Djehutî dihat zanîn. Lê piştî lêkolîna arkeologan hat gotin ku mumya ku li Misrê hatibû dîtin, jineke ducanî ye.

Li gor agahiya The First Newsê parve kirî lêkolînerên ji Polonyayê ev mumyaya ku bi bandekî hatî dorpêçkirin ê jineke bi hemle ye. Pisporên ku mumya bi lêkolînên wek venerîna tomografîk, rontgen û dîmenên 3D’yê kirî, dan zanîn ku ev jin di ducaniya xwe ya 26-28 hefteyî de hatiye mumyakirin.

Jineka ku sedemê mirina wê nahatî tespîtkirin di navbera 20-30 salî de ye. Ev mumya jina ducanî wek mumyaya yekem a jineke ducanî ye.

Têkildarî  mumyaya jina ducanî lêkolinerê  polonî yê ji Akademiya Polonyayê ji Enstituya Deryay Spî û Çandên Rojhilatî Wojciech Ejsmond da zanîn ku mumyaya jina ducanî ji aliyê dîrokê ve pir girîng e û wiha got: “Dema ev jin hatiye mumyakirin, fetûs ji malzaroka wê nehatiye derxistin. Ev cara yekem e ku em rastî tişteke wisa tên.” Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar