Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Kurd li dijî êrîşên dagirker ji bo helwesteke hevpar dicivin

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li dijî êrîşên dagirker ên tirk 15'ê Gulanê dê komxebatekê organîze bike

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek ragihand ku li dijî êrîşên dagirker ên tirk ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê dê komxebatekê organîze bike.

KNK’ê diyar kir ku êrîşên tirk ne tenê li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê HPG-YJA Starê ne, armanc ji êrîşên tirk dagirkirina Başûr e.

KNK’ê destpêka êrîşê 24’ê Nîsanê bi bîr xist û got ku 24’ê salvegera qirkirina ermenan e û peyama vê jî aşkera ye.

KNK’ê ragihand ji bo ku li dijî êrîşan û dagirkeriyê ‘helwesteke neteweyî’ derkeve holê, ji Kurdistanê û derveyî welêt dê bi nûnerên partî, rêxistin û saziyên kurd, rewşenbîr, akademîsyen, nûçegihan, nûnerên dînî û nûnerên civakên din ên Kurdistanê re bicivin.”

Komxebat 15’ê Gulanê, bi dema Ewropayê saet 10:00’an li ser Zoomê dê dest pê bike û heta saet 20:30’an bidome.

Armanca konferansê

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar têkilî komxebatê axivî û diyar kir ku ji vê konferansê armanca wan ew e ku raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê li dijî van êrîşên dewleta tirk hişyar bikin.

Her wiha Aydar da zanîn ku bêyî cihêtiyê têxin navbeyna wan hemû kurdistanî û partî vexwendine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me ji her pîşeyî şexsiyet vexwendin. Niha dema wê ye ku em li dijî dijmin bibin yek. Ji ber vê jî dema wê ye ku em li dijî êrîşên qirkirin rawestin. Heke em bi hev re tevbigerin em dikarin encamekê bi dest ve bînin. Em bang li hemû kurdistaniyan dikin ku helwesta xwe diyar bikin. Ev konferansa helwestdanînê ye. Armanca me ev e.” BRÛKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar