Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Li Metînayê 2 dagirker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê hêzên wan çalakî li dar xistin û di encamê de 2 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkerî û çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de hêzên me 12’ê gulanê saet di 16:30’î de li qada Derarê ya herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Azad çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 11’ê gulanê saet di 13:15’an li herêma Metînayê dagirkerên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve bombe kirin. Çalakiya bombeyî bi rengekî serketî pêk hat.

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrîş û bombardûmanê wiha ne:

11’ê gulanê saet di 11:30’î de li herêma Avaşînê balafirên şer 4 caran bombe li qada Werxelê barandin.

12’ê gulanê saet di navbera 00:00 û 01:30’î de dagirker bi helîkopteran li qada Mervanosê ya herêma Avaşînê hatin danîn.

12’ê gulanê saet di navbera 20:30 û 00:00 de qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk ên li herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar