Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Piştgiriya ji bo pêngava rewşenbîrên cîhanê ya dijî dagirkeriyê mezin dibe

Duh dijî dagirkeriyê 110 siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnameger, akademîsyen, çalakvanên mafên mirovan û dostên gelê kurd name ji NY, Yekitiya Ereban, YE, DYA, Serokomarê Iraqê, serokên Parlamento û Hikûmeta Iraqê, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê, Hikûmeta Başûr re şand

Navenda Nûçeyan |

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ku ji 23’yê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastinê ya Medyayê didomîne, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnameger, akademîsyen û çalakavanên mafên mirovan ku di nava wan de Shirin Ebadî, Slavoj Žižek, Baroness Christine Blower, Ghalib M. Ali, Ilhami Al-Meliji jî hene, ketin nava liv û tevgerê.

110 siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnameger, akademîsyen, çalakvanên mafên mirovan û dostên gelê kurd dijî dagirkeriyê, ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden, Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Biyaniyan ê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell Fontelles, Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Ahmed Abu El-Gheit, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed El Helbusî, Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Rewaz Fayîq name şandin.

Nameya ku hatiye şandin, di heman demê de di înternetê de li ser navnîşana https://stop-turkish-invasion.com/ jî hatiye weşandin û ji îmzeya rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnameger û parazvanên mafên mirovan re hatiye vekirin.

Ji duh ve piştgiriyek xurt tê dîtin û heya niha li ser înternetê nêzî 500 kesan îmzeya xwe li binê nameyê danîne.

Her wiha yên bixwazin îmze bikin, dikarin li ser vê lînkê nameyê peyda bikin û îmze bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar