
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî îdiayên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Dewleta tirk a faşîst qirker mêtinger ku li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare tu serketinê bi dest bixe, bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serketinên sexte ji xwe re çêbike. Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin. Bila gelê me guh nede van nûçeyan ku di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin.” BEHDÎNAN









