Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Agirbesta Israîl û Hamasê ket meriyetê

Agirbesta navbera Israîl û Hamasê ku bi navbeynkarî û banga civaka navneteweyî hate ragihandin, kete meriyetê

Navenda Nûçeyan |

Agirbesta navbera Israîl û Hamasê ku bi navbeynkarî û banga civaka navneteweyî hat ragihandin, bi şev saet di 02:00 de kete meriyetê.

Li gorî daxuyaniya Desteya Ewlekariyê ya Israîlê, wan bi hevdengî pêşniyara ‘agirbesta bêşert û bêberdêl’ qebûl kirine.

Peyman ji aliyê hêza herêmî Misrê ve hate teşwîkirin, welatên rojavayî jî di vî warî de ketibûn nava hewldanan û bang kiribûn.

Lê belê tê gotin ku DYE’yê agirbest li ısraîlê ferz kiriye. Serokê DYE’yê Joe Biden roja Çarşemê bi daxuyaniyekê bang li Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû kiribû ku hewl bide rewşê sahî bike.

Li Şerîda Xezayê, Hamasê û Îslamîd Cîhadê piştrast kirin ku agirbest ketiye meriyetê.

Piştî ku agirbest kete meriyetê, bi hezaran fil,stînî daketin qadan û li kolanên Xezayê pîrozbahî li dar xistin.

Ji lîderên tevgera Hamasê Halîl El Hayya li pêşberî girseyê axivî û got ku ev yek coşa serketinê ye û soz da ku dê malên hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin.

Li Şerîda Xezayê ya ku ji aliyê Israîlê ve hatiye dagirkirin, xwepêşandanên kêfxweşiyê hatin lidarxistin.

Ji 10’ê gulanê ve di şer de li aliyê Filistînê herî kêm 232 kes, li aliyê Îsraîlê jî 12 kes miribûn. Li aliyê Filistînê ji kesên mirin 65 jê zarok û 39 jî jin bûn. Di encama bombardûmana Israîlê de zêdeyî hezar û 900 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Israîlê jî ragihand ku li Şerîda Xezayê herî kêm 165 şervan kuştine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar