Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne. Ji bilî girtîgehan li Wargeha Penaber a Mexmûrê û Wargeha Penaber a Lavrîo ya Yewnenistanê jî bi heman armancî grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin û hê jî didomin.
Jinên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan wekî zayîneke nû ye ji bo jinan û gelên bindest.
Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Îtîmad El-Ehmed da zanîn ku fikrên Ocalan ne ji bo beşekê yan jî çînekê ye ji bo hemû gelê cîhanê ne û wiha got: “Şoreş fikr e û fikir jî namire, berovajî vê hîn zêdetir israr û baweriya bi vîn û têkoşînê çêdibe.”
Fikrên Ocalan modela jiyana hevbeş a civakê ye
Endama Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan Emîne Hemdan têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Rêber Abdullah Ocalan li gel desthilata tirk girtî ye, lê belê fikrên wî azad in, rastiya belavbûna fikirên wî rê li pêşiya fedakariya jinan ava kir û gihîşt serkeftinê.”
Emîne destnîşan kir ku fikirên Rêber Abdullah Ocalan modela jiyana hevbeş a civakê ye, dewleta tirk bi ferzkirina tecrîdê dixwaze vê berxwedanê têk bibe, lê belê ew ê tu carî xwe radest nekin û vîna wan dê tevahiya planan têk bibe.
Endama Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Hiyam El-Ehmed destnîşan kir ku ew îro bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re rûbirû ne ku têde Tirkiye şerê fikrên Rêber Abdullah Ocalan dike û ev nirxand kir: “Di heman demê de bi rêya şerê xwe û bi piştgiriya gelek dewletan, belavkirina fikirên wî qedexe dike. Her wiha fikirên Ocalan zayîneke nû ye.”
Naskirina projeya neteweya demokratîk
Endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Wella El-Nacî diyar kir ku bi naskirina projeya neteweya demokratîk û fikrên Rêber Ocalan re derfet ji jinan re çêbûye ku bi azadî nêrîna xwe bibêjin û xwe nas bike û wiha got: “Her wiha di avakirina biryarê de hevkar be, cihê xwe di hevserokatiyê de bigire, biryardar be û ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve beşdarî avakirina rêveberiyê bibe.”
Wella projeya neteweya demokratîk wekî mezintirîn diyariya rêber Abdullah Ocalan a ji jin û ciwanan re bi nav kir û ev şîrove kir:”Projeyeke li ser bingeha hêzê hatiye avakirin û rêbertî bi fikirê xwe cewherê jin û rastiya wan derxist holê.”
Ger te jinek azad kir te civakê hemû azad kir
Di axaftina xwe de Wella destnîşan kir îro fikirê Rêber Abdullah Ocalan û teşwîqkirina wî ya ji jinan re û baweriya wî ya doza wê di heman demê çareseriya ji bo avakirina civaka demokratîk û ekolojîk exlaqî û azad e û ev xal lê zêde kir: “Destkeftiyên ku jinan di çarçoveya projeya demokratîk bi dest xistin, derfeteke zêrîn e ku tu tişt cihê wê nagire, ji lew re divê em parastina wan bikin û fikrê wî bişopînin.”
Her wiha Wellah El-Nacî gotina Ocalan a ‘Ger te mêrek azad kir te ferdek azad kir lê ger te jinek azad kir te civakê hemû azad kir’ bi bîr xist û got ku serkeftina jinan tê wateya serkeftina civakê. REQA