Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bi xwepêşandanek berxwedana gerîla û Îmraliyê silav kirin

Şêniyên navçeya Qinayê ya Kobanê bi dirûşma 'Na ji qirkirina giştî û komployên nû re' xwepêşandanek li dar xistin û berxwedana gerîlayan û Îmraliyê silav kirin

Meclisa navçeyê Qinayê ya Kobanê ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla bi dirûşam ‘Na ji qirkirina giştî û komployên nû re’ xwepêşandanek orgenîze kir. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerên saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Beşdar ji pêşiya navenda meclisa Qinayê ber bi gundê Hemîdaş ve meşiyan û berxwedana gerîla û Îmraliyê silav kirin.

Li ber çerxerêya gund meş rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Qinayê Sûad Elemdar axivî û diyar kir ku beriya 44 salan û heta roja îro şervanên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê li çiyayan li ber xwe da, da ku gelê kurd bi rûmet bijî.
Sûad destnîşan kir ku tevî ku dewleta tirk û dewletên cîhanê hewl didin şoreşa wan têk bibin, lê belê Rêber Abdullah Ocalan nehişt ew yek pêk were.
Sûad bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk û got ku li çiyayên Kurdistanê dewleta tirk li dijî gerîla her cureyên çekên qedexekirî bi kar tîne û her wiha anî ziman ku gelê kurd bi saya berxwedana gerîla bi ser bikeve. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar