Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cumartesi - 7 Haziran 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çalakiyên gerîlayan: Bi kêmanî 14 dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li dijî dagirkeran bênavber dewam dikin. Di çalakiyên hatin kirin de bi kêmanî 14 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên bi bandor û êrîşên dagirkeran daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

“Demeke li eyaleta Botanê dagirker li devera Kêla Memê û Deriyê Qaçê xebatên kemînan dikin. Ev yekîne kete di bin kontrola hêzên me de, 24’ê Gulanê saet 20:30’î ji du baskan ve ketin kemîna gerîlayên me. Di saetên şevê de ji nêz ve li wan hatiye dayîn 5 dagirker hatine cezakirin, yek jî birîndar bûye.

Ev çalakî ji bo tolhildana Şehîdên Bestayê pêk hatiye.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan wiha ye:

Hêzên me yên YJA Starê 25’ê gulanê saet 12:00’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dilgeş ê Herêma Avaşîn çalakiyek kirin. Komeke dagirker hatine hedefkirin û li wan hatiye dayîn, bi qasî hate zelalkirin dagirkerek hatiye cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê 25’ê gulanê saet 16:30’î li dijî dagikerên li Girê Konferans ê Herêma Avaşîn bi çekên giran çalakiyek kirine.

25’ê gulanê saet 17:00’an li dijî dagirkerê li Girê Şehîd Zêrîn ê Herêma Avaşîn bi çekên giran çalakiyek hatiye kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran dever bi dijwarî bombe kiriye, dîsa saet 21:00’an helîkopterên êrîşê qad bombe kiriye.

25’ê gulanê li dijî dagirkerên li devera Qela Mamreşo ya Herêma Avaşîn bi çekên giran rêzeçalakî hatine kirin.

25’ê gulanê saet 09:30’î li dijî dagirkerên li Qela Bêdewê ya Herêma Zapê çalakiyek hatiye kirin, di vê çalakiyê de kamerayeke ya mobesayê hatiye rûxandin.

26’ê gulanê saet 08:55’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan ê Herêma Zapê çalakiyeke ya sekvaniyê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de bi zelalî dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

Di 25’ê gulanê de saet di 15.30’an de di navbera Girên Kuroşîno û Stûna ya herêma Metînayê bi sabotajê li komek dagirkeran hatiye xistin. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Di 25’ê gulanê de saet di 17.30’an de di navbera Girên Zendûra û Kuroşîno ya Metînayê li pişta Girê Koordîneyê hêzên me ji 3 aliyan ve xwe bera nav dagirkeran dan. Milê yekemîn li 4 dagirkerên ba hev dane, 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek birîndar bûye. Dema ku 2 dagirker hatine alîkariya dagirkerên mirî û birîndar li wan jî hatiye xistin û ev her du dagirker hatine cezakirin. Milê duyemîn a hêzên me li kozikekê xistine û 2 dagirkerên di kozikê de hatine cezakirin, ev kozik hatiye îmhakirin. Milê sêyêmîn ê hêza me jî li kameraya mobese ya dagirkeran daye û kamera hatiye îmhakirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 7 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek hatiye birîndarkirin, kamerayek û kozikek hatiye îmhakirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran di navbera 20.30 û 01.00’an de bi helîkopterên êrîşî qad bomberdûman kirine, dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.

Bomberdûman dagirkeran didome

Artêşa tirk a dagirker bi obus, helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinên yên Medyayê dane.

Kitekitên li ser êrîşan wisa ne:

Di 25’ê gulanê de saet di 12.45’an de Girê Zendûra ya Metînayê bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 25’ê gulanê de saet di 22.50 û 23.50’î de bi helîkopteran leşker anîne qadên Mervanos, Doal Maran, Şûkê û pişta Dola Konferansê ya Avaşînê.

Di 25’ê gulanê de saet di 14.15 û 00.30’an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balefirên şer 4 caran hatiye bomberdûmankirin.

Artêşa dagirker obus û obusên bi bombeyên mîsketê diavêje qada Tabûra Ereban û Werxelê ya Avaşînê.

Di 25’ê gulanê de saet di navbera 22.30 û 23.00’an de qaên Cîloya Biçûk, Qela Bêdewê, Girê Şehîd Serxwebûn, Girê Şehîd Mûnzûr û Girê Gizê bi helîkopteran hatiye bomberdûmankirin û piştre leşker anîne vê qadê.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar