Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Ji bo kurdî dê li 3 navendan mitîng bên lidarxistin

Di çarçoveya kampanyaya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn de dê li Amed, Wan û Cizîrê mitîng bên lidarxistin

Kampanya ku Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, bi daxwaza ‘Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn’ di 22’ê sibatê de dabûn destpêkirin, didome. Di çarçoveya kampanyayê de komîsyonê biryar girt ku dê li Amed, Wan û Cizîrê mitîng li dar bixe.

Wê mitîng bi dirûşma ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn’ û ‘Bila sedsala 21’emîn bibe sedsala zimanê kurdî’ bên lidarxistin. Mitînga destpêkê dê di 3’ê hezîranê de li Cizîrê pêk bê. Wê komîsyon bi heman dirûşmeyê di 4’ê hezîranê de li Wanê û di 7’ê hezîranê de jî li Amedê mitîng li dar bixe.

Wê di mitîngan de qala girîngiya kampanyaya ziman bê kirin. Ji bo mitîngên Wan û Cizîrê serlêdan hatine kirin û ji bo mitînta Amedê jî dê di 31’ê gulanê de serlêdana bê kirin. Li bajarên ku mitîng li wan bên kirin ji niha ve xebatên mitîngan dest pê kirine. Di hefteya pêş de bi civînê de çapemeniyê mitîng bên ragihandin.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar