Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji peyva ‘tu çawa yî’ re 6 meh ceza!

Fatîme Demîr çûye girtîgehê cem kurê xwe û di dema hevdîtinê de bi kurdî li halê girtiyekî din pirsiyê û jê re gotiye, ‘Çawa yî, baş î?’, îdareya girtîgehê ji ber vê 6 meh cezayê hevdîtinê lê biriye

Li girtîgehên Tirkiyeyê pêkanînên wekî yên dema darbeya 12’ê Îlonê tên kirin. Fatîme Demîr a 53 salî, di 28’ê nîsanê de çûye Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê cem kurê xwe Emrûllah Demîr, gava di dema hevdîtina vekirî de li benda kurê xwe bûye, li qabîneya kêlekê bi kurdî li halê girtî Cuneyt Aslan pirsî ye û jê re gotiye “Çawa yî baş î?”. Ji ber vê axaftina du hevokî ceza li Demîr re hatiye birîn.

Gardiyanan ji Demîrê re gotine axaftina bi girtiyekî din re qedexe ye û derbarê wê de zabitnameyek amade kirin. Desteya dîsîplînê ya girtîgehê jî bi hinceta ‘binpêkirina ewlehî û pergala girtîgehê’ 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê li Demîr re biriye.

Bêhiqûqî ye

Emrûllah Demîr, di 16’ê gulanê de telefonî malbata xwe kiriye û diyar kiriye ku teblîxata derbarê dêya wî de gihaştiye wî û 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn. Demîr destnîşan kiriye ku cezayê hatiye birîn bêhiqûqî ye.

Bav Bahattîn Demîr jî diyar kir ku hê teblîxat ji wan re nehatiye û wiha got: “Jixwe demeke dirêj hevdîtina girtî qedexe bû. Me demeke dirêj nikaribû kurê xwe bibîne. Piştî qedexe qediya me wî dît. Lê niha jî beleheq hevdîtin tê astengkirin. Hevjîna min ji ber ku bi hevalê kurê min re axiviye, ceza lê birîne. Di hevdîtinê de tenê gotiye, ‘tu çawa yî, baş î?’ Paşê zabitname amade kirine û va ye ceza lê birîne. A kirine ne hiqûqî ye.”

Bav Demîr, destnîşan kir ku bi hinceta pandemiyê mafên girtiyan hemû hatine binpêkirin û bang li raya giştî kir ku li ber vê bêhiqûqîtiya girtîgehan rabe. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar