Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket

Rojnameya jinan, Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket

Navenda Nûçeyan |

Rojnameya jinan a mehane Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket.

Di vê hejmarê de siyasetmedar û nivîskar Gonul Kaya di şexsê Zeynep Kinaci (Zîlan) de mîsyona pêşengtiya tevgera jinên kurd nirxandiye û qala ‘jiyana bi wate’ ya hevkariya têkoşîna jinan kiriye.

Meral Çîçek jî polîtîkayên qirkirina aktuel û dîrokî analîz kiriye.

Rojnameger Gulistan Çiya Îke êrîşên dagirker ên ku di 23’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandiye û sedema bêdengiya hikûmeta herêmî kiriye.

Bêrîtan Zagros jî derbarê ‘polîtîkayên dûrxistina ji axê’ kiriye û daneyên derbarê koçberî, guherîna demografîk, talana xwezayê û bendavan kiriye.

Seroka Komîteya Jinan a Kantona Cizîrê Zeynep Saroxan jî derbarê êrîşên qirkirinê yên li dijî destkeftiyên şoreşa Rojava û têkoşîna parastina rewa pirsên rojnameyê bersivandiye.

Zerya Gul jî di çend hejmarên dawîn de li ser ‘polîtîkayên li ser bedena jinan û zayendiya wê’ disekine.

Parlementera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan doza li hemberî HDP’ê ya di 26’ê Nîsana 2021’an de dinirxîne û diyar dike ku AKP bi vê dozê re dixwaze tola têkçûna xwe ya li Kobanê bistîne.

Di rojnameyê de rojnameger Roza Metîna jî qala berxuriya objektîf a kapîtalîzmê dike û diyar dike kapîtalîzm wêjeyê dike qurbanê rekabetê.

Di rojnameyê de beşa yekemîn a nivîsa Zîlan Sara ya li ser qirkirina Dêrsimê jî hatiye weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar